Tirkiye

"Kî ji bo pere birevîne derveyê welêt hewl bide em wî efû nakin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Her kî ku di şûna bazirganiya xwe, veberhênaniya xwe mezin bike, pêşva bibe û fireh bike da rabe pere birevîne derveyê welêt û hewleke wisa bike bila tu kes li qisûrê mêze neke em wî jî efû nakin."

Abdullah Tel  | 21.04.2018 - Rojanekırın : 21.04.2018
"Kî ji bo pere birevîne derveyê welêt hewl bide em wî efû nakin"

Istanbul

ÎSTANBUL

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo îdiaya ku dibêjin hin dezgeh û sazî mal û pereyên xwe direvînin derveyê welêt nirxand û got: "Her kî ku di şûna bazirganiya xwe, veberhênaniya xwe mezin bike, pêşva bibe û fireh bike da rabe pere birevîne derveyê welêt û hewleke wisa bike bila tu kes li qisûrê mêze neke em wî jî efû nakin."

Serokomar Erdogan di Lijneya Giştî ya Lijneya Têkîliyên Aborî ya Derva (LTAD) da axivî û ji kesên roja LTAD ava bûye heta îro kar û barên bi kêr di nav da kirine ra spas kir.

Di axaftina xwe da Serokomar got ku LTAD bi armanca pêşvebirina sektora taybet a li Tirkiyeyê ku bikaribin têkiliyên aborî ya derveyê welêt birêve bibin, îxracatê bikin, derfetên li derveyê wêlêt pêşkeşî karsazên welêt bikin hatiye avakirin.

Serokomar Erdogan pesnê LTADyê da û got ku ew tu carî dubendiyê nakin navbera karsazan û li hemû deverên diçinê jî qala wê dikin û ji bo Tirkiyeyê çi dikin tiştê ku ew bala xwe didin serê bi tenê ev.

Serokomar Erdogan ragihand ku Tirkiye di her wextê da ji navendên cazîbeyê yek bû û li ser dilê wê erdnigariyeke ku heta îro her tim di rewacê da bû cih digire.

- "Bi pergala teşwîqê em derfetên maqûl pêşkeşî karsazên xwe dikin"

Serokomar Erdogan bibîr xist ku Tirkiyeyê Pergala Teşwîqa li gor Projeyê kir rewacê û niha di vê çarçoveyê da jî dest bi 23 projeyên berdêla çêkirina wan 135 milyar dolar e kirin.

Di axaftina xwe da Serokomar got ku ew kêfxweşiya karsaz û sermayedaran li deverên diçinê ji nêz va guhdar dikin û wiha pê da çû: "Lê digel vê di rojên dawîn da hin kes bi israr dibêjin ku hin sazî û karsaz mal û milkên xwe derdixin derveyê welêt û derewên wiha hene. Her kî ku di şûna bazirganiya xwe, veberhênaniya xwe mezin bike, pêşva bibe û fireh bike da rabe pere birevîne derveyê welêt û hewleke wisa bike bila tu kes li qisûrê mêze neke em wî jî efû nakin. Em heta îro him bi veberhênaniyên li welatê me û him jî ji welatê me li derveyê welêt hatin kirin serbilind bûn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın