Tirkiye

Medreseya dîrokî wê bi rûyê xwe yê nû ve mazûvaniya gel bike

Medreseya Cotminare ya ku sembola Erziromê ye tê nûkirin û wê bêtir bala turîstan bikşîne.

Türkan Tosun  | 15.03.2018 - Rojanekırın : 22.03.2018
Medreseya dîrokî wê bi rûyê xwe yê nû ve mazûvaniya gel bike

Erzurum

ERZURUM

Medreseya Cotminare ya ku sembola Erziromê ye, piştî nûkirina der û dora wê ji hêla turîzmê va wê bêtir bala turîstan bikşîne.

Di sala 1253an de Hudawend Xatuna qîza Elaeddîn Keykubatê 1emîn ev medrese daye çêkirin. Medrese îro di her çar demsalan de jî ji hêla turîstên herêmî û biyanî ve tê ziyaretkirin.

Nûkirina medreseyê di sala 2012an de dest pê kir.

Midûriya Giştî ya Weqfan wê hawirdora medreseyê ji nû ve çêbike û ev medreseya dîrokî ya 765 salan wê bêtir bala turîstan bikşîne.

Adnan Ertemê Midûrê Giştî yê Weqfê ji nûçegihanê AAyê re got xebatên nûkirinê demeke dirêj dikşîne, lewra ev der berhemeke weqfê ye û bi salan bêxwedî maye.

Ertem got medrese 40-50 salan bêxwedî maye û wiha dewam kir: "Dema me dest bi xebatan kir ev der di halekî perîşan de bû, lê şikir ji Xwedê re kete destê me û me ev der ji nû ve ava kir. Ji bo ku mirov bi rehetî bên lê bigerin em dixebitin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.