Spor

Gavên ber bi Afrîkayê va hatin avêtin bi kêr tên

Di çarçoveya xutrkirina têkiliyên navbera Tirkiye û welatên parzemîna Afrîkayê da hecma bazirganiyê zêde bû û gihîşt 17,5 milyar dolarî

Abdullah Tel  | 27.02.2018 - Rojanekırın : 28.02.2018
 Gavên ber bi Afrîkayê va hatin avêtin bi kêr tên

Ankara

ANKARA

Tirkiyeyê di çarçoveya pêşvebirina têkiliyên bi welatên parzemîna Afrîkayê da hecma bazirganiyê di 15 salên dawîn da 6 qat zêde kir û bi wan ra 17,5 milyar dolarî bazirganî kir.

Polîtîkaya pêşvebirina têkîliyên bi Afrîkayê ra 15 sal li pey xwe hişt û di vê demê da têkîliyên siyasî, hevkariya kar û aboriyê ya bi welatên parzemînê ra pêş ket.

Karsazên xwedî tecrûbe yên ji Tirkiyeyê bo pêşketina welatên parzemînê bi nêrîna "qezenc-qezenc"ê va têkîliyên di qada aboriyê da teşîd kirin. Hecma bazirganiya Afrîkayê ya bi Tirkiyeyê ra bi qasî 6 qatî zêde bû û gihîşt 17,5 milyar dolarî.

Di vê heyamê da Tirkiye û 45 welatên Afrîkayê di qada aborî û bazirganiyê da hejmara peymanên hevkariyê parastina veberhênaniyan ji 6an derxistin 26an.

Di sala 2003an da veberhênaniyên Tirkiyeyê yên li welatên Afrîkayê 100 milyar dolar bû û ev reqam di sala 2017an da gihîşt 6,5 milyar dolarî.

78 hezar kes ji hêla karsazên welatiyên Tirkiyeyê ne va hatin îstixdamkirin û hecma projeyên ku şirketên muteahîdên ji Tirkiyeyê hildane jî ji 55 milyar dolarî zêdetir e.

Bi saya gavên ji bo pêşvebirina têkîliyan bi parzemînê ra hejmara balyozxaneyên ku di sala 2003an da 12 bûn di 2017an da derketin 41î.

Balafirên Rêhewaya Tirkiyeyê li 33 welatên parzemînê diçin 52 deran.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî di 10 salên dawîn da wek Serokwezîr û Serokomar ji 30 carî zêdetir çû 28 welatên parzemîna Afrîkayê.

Tirkiye, têkîliyên bi welatên parzemîna Afrîkayê ra pêşdatir dibe û di vê çarçoveyê da jî sala pêş me wê Lutkeya Hevkariya Tirkiye-Afrîkayê bê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın