Spor

Roma piştî 34 salan li pey rovanşê ye

Romaya ku di dîroka xwe da bi tenê carekê fînala Lîga Şampiyonan leyîst û di wê da jî ji aliyê Liverpoolê va hat têkbirin, piştî 34 salan wê vê carê jî di nîvefînalê da were hemberî rikbera xwe

Önder Beyter  | 23.04.2018 - Rojanekırın : 23.04.2018
Roma piştî 34 salan li pey rovanşê ye

Ankara

ANKARA

Romaya ku di dîroka xwe da bi tenê carekê fînala Lîga Şampiyonan leyîst û di wê da jî ji aliyê Liverpoolê va hat têkbirin, piştî 34 salan wê vê carê jî di nîvefînalê da were hemberî rikbera xwe. Roma dixwaze di vê pişbirkê da rikbera xwe têk bibe û rovanşê werbigire.

Di pêşbirka ewil a nîvefînala Lîga Şampiyonan da tîma Îngiltereyê Liverpool wê kluba Îtalyan Romayê li gorî dema Tirkiyeyê di saet 21.45an da li Yarîgeha Anfieldê biezimîne. Di pêşbirka rovanşê a di 2ê gulanê da jî wê Roma bibe malîvan.

Liverpoola ku di dîroka şampiyonayê da yek ji tîmên herî serkeftî ye, piştî 10 salan wê cardin di tûrnûvayê da nîvefînalê bileyîze. Liverpoola ku di dîroka organîzasyonê da 5 caran kupa wergirt, wê îcar jî ji bo cara 10emîn di nîvefînalê da bileyîze.

Roma jî di dîroka xwe da wê ji bo cara 2emîn di Lîga Şampiyonan da di tûra nîvefînalê da bileyîze. Nûnera Îtalyan ku bi tenê di 1984an da fînal leyîstibû, dixwaze Liverpoolê têk bibe û di fînalê da kupayê werbigire.

- Di Lîga Şampiyonan da encamên herdu tîman

Liverpool:

Encamên ku di nîvefînala Lîga Şampiyonan da wergirtin: 7 caran ji tûrê derbas bû (1977, 1978, 1981, 1984, 1985, 2005, 2007) 2 caran ji tûrê derbas nebû (1965, 2008)

Encamên sezona îsal: 6 xalibiyet, 4 beramberî - 33 gol avêt, 7 gol xwar

Skorvanê zîrek ê vê sezonê: Muhammed Salah, Roberto Firmino - 8 gol


Roma:

Encamên ku di nîvefînala Lîga Şampiyonan da wergirtin: Carekê ji tûrê derbas bû (1984)

Encamên sezona îsal: 5 xalibiyet, 2 beramberî, 3 mexlûbiyet - 15 gol avêt, 12 gol xwar

Skorvanê zîrek ê vê sezonê: Edin Dzeko - 6 gol

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.