Tenduristî

"Ev 19 sal in zarokên ku felc dibin tune ne"

Wezîrê Tenduristiyê Demircan: "Ev 19 sal in ku zarokên ku felc dibin tune ne. Zarokên me yên ji ber vê nexweşiyê naçar mane tune ne. Ev pêşveçûnek e ku mirov pê kêfxweş dibe"

Ekip  | 11.01.2018 - Rojanekırın : 11.01.2018
 "Ev 19 sal in zarokên ku felc dibin tune ne"

Ankara

ANKARA Wezîrê Tenduristiyê Ahmet Demircan li ser tenduristiya Tirkiyeyê got: "Di zekema demsalî da em îro li gor salên berê di rewşeke xirab da nînin. Em di bin talûkeyeke mezin da jî nînin û heta di rewşeke baştir da ne."

Wezîrê Tendirustiyê Ahmet Demîrcan mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) ye. Demîrcan di civîna Maseya Edîtoran a AAyê ya ku saet 10.00ê de destpê kir, bersiva pirsên di rojevê de dide û der barê geşedanên dawîn de nirxandinan dike.

Daxuyaniyên Wezîr Demîrcan di ji malpera AAyê (www.aa.com.tr) û Termînala Nûçeyên Fînansê (www.aafinans.com) tên weşandin û ji hesaba Twîtterê (@anadoluajansi) demildest tê şopandin.

Ji bo bikaranîna antîbiyotîkan Demircan wiha axivî:

"Xebatên di vê mijarê de li welatê me hatin kirin encameke erênî dan. Rêjeya antîbiyotîkên di reçeteyan de li gor salên berê kêm dibe û kêmbûn dewam dike. Di vê mijarê de em serkeftî ne.Kampanyaya me ya bi zanatî emilandina antîbiyotîkan heye. Di vê mijarê da medya jî piştgiriyê dide û dibe alîkar. Bi saya medyayê pêşketineke baş çêbû."

Li ser nexweşiya zîkayê Wezîrê Tenduristiyê Demircan wiha agahî da: "Zîka, nexweşiyek vîrutîk e ku li Tirkiyeyê nû tê dîtin. Wezareta me ya Tenduristiyê xebatên pêwîst dike, tevdîrên hewce dikin wê bên standin."

Ji bo malbatên ku naxwazin zarokên wan bên aşîkirin got: "Aşî ji bo parastina tenduristiya civakê tevdîreke pir girîng e, dijberiya vê nebaş e."

Demircan bal kişand ser giringiya aşiyê û wiha axivî: "Ev 19 sal in ku zarokên ku felc dibin tune ne. Zarokên me yên ji ber vê nexweşiyê naçar mane tune ne. Ev pêşveçûnek e ku mirov pê kêfxweş dibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın