Tirkiye

Arinç: "Ez di nav tu tevgerên ku zirarê bidin AK Partiyê an jî Serokê Giştî de cî nagirim"

Serokê TBMMê yê berê Arinç: "Ez di nav tu tevgerên ku zirarê bidin AK Partiyê an jî Serokê Giştî de cî nagirim."

Elif Orhan  | 24.04.2018 - Rojanekırın : 25.04.2018
Arinç: "Ez di nav tu tevgerên ku zirarê bidin AK Partiyê an jî Serokê Giştî de cî nagirim"

Ankara

ANKARA

Serokê TBMMê yê berê Bulent Arinç digel Serokomar Recep Tayyip Erdogan hevdîtin kir.

Arinçê ku piştî hevdîtinê daxuyanî da anî ziman ku hevdîtin erênî û xweş derbas bûye.

Arinç got, "Ez di nav tu tevgerên ku zirarê bidin AK Partiyê an jî Serokê Giştî de cî nagirim."

Arinç herwiha got, "Niyeta min tune ku ez di nav jiyana siyasî ya çalak de cî bigirim. Lê ez wisa bawer dikim ku derveyî jiyana siyasî ya çalak jî xizmet û peywirên gelekî girîng ên ku mirov dikare ji bo vî welatî bike hene."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın