Aylin Dal
09 Adar 2023•Rojanekirin: 10 Adar 2023
Dadgeha Destûra Bingehîn di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da biryara ku weke tedbîr bloke danîbûn ser hesabê alîkariya xezîneyê ya partiyê, rakir.
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo girtina HDPyê li Dadgeha Destûra Bingehîn doz vekiribû û ev pêvajo didome.
Di dozên girtina partiyê da rê û rêbazên doza cezayê tê meşandin. Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di 5ê rêbendanê da weke tedbîr bloke danîbûn ser hesabê alîkariya xezîneyê ya partiyê.
Daxwaza rakirina vê biryarê ya partiyê di Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn da hat nirxandin.
Heyetê tedbîra blokeyê ya ku danîbûn ser hesabê alîkariya xezîneyê ya partiyê, rakir.
Hat gotin ku heyeta Mehkemeya Qanûna Bingehîn bi dengê erê yê 8 endaman biryar da. 7 endaman dengê na da.
Wekî din Dadgeha Destûra Bingehîn di doza ji bo girtina HDPyê hatiye vekirin da parastina devkî ya rayedarên partiyê ji bo 11ê Nîsanê taloq kir.
Piştî vê pêvajoyê raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn wê der barê dozê da agahî û belgeyan berhev bike û li ser naverokê rapora xwe ya esasî amade bike.
Piştî ku rapor ji endamên Dadgeha Destûra Bingehîn ra hat parvekirin wê endamên dadgehê di roja hatiye diyarkirin da bicivin.
- Wê ji 15 endaman 10 endam bikaribin bi pirdengî biryarê bidin
Di doza girtina HDPyê da wê heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn ya ji 15 kesan pêk tê biryarê bide.
Wê ji 15 endaman 10 endam bikaribin bi pirdengî biryar bidin ku ji ber sedemên ku di benda 69emîn ya Destûra Bingehîn da hatine jimartin partî bê girtin yan jî ji ber giraniya tevgerên ku bûne mijara dozê alîkariya dewletê qismî yan jî bi temamî bê birîn.