Tirkiye

"Em ê nika manîfestoya xwe eşkere bikin"

Serokomar Erdogan: "Kampanyayê dest pê kir. Lê em ê nika manîfestoya xwe eşkere bikin. Nika ekîba min li ser vê dixebite û ez ê bi ekîba xwe ra nirxandina xwe temam bikim."

Haydar Şahin  | 20.04.2018 - Rojanekırın : 21.04.2018
"Em ê nika manîfestoya xwe eşkere bikin"

Istanbul

ÎSTANBUL

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku kampanyaya hilbijartinê dest pê kir û wiha axivî: "Kampanyayê dest pê kir. Lê em ê nika manîfestoya xwe eşkere bikin. Nika ekîba min li ser vê dixebite û ez ê bi ekîba xwe ra nirxandina xwe temam bikim. Bi îzna Xwedê em ê manîfestoya xwe ya ku wekî beyannameya hilbijartinê tê zanîn bigihînin Kongreya Stenbolê."

Serokomar Erdogan piştî nimêja înê ya ku li Mizgefta Eyub Siltanê kir pirsên rojnamevanan bersivand. Rojnemvanekî der barê rewşa xebatên hilbijartinê da pirs ji Serokomar kir û bi bîr xist ku gotiye "Em ê hefteya pêşiya me derkevin qadê" li ser vê Serokomar Erdogan got "Ya rastî em qet ji qadê venekişyan, her tim li qadê bûn."

Erdogan diyar kir ku ew û Serokwezîr Bînalî Yildirim xêncî Îzmir û Strenbolê li 79 bajaran geriyan, hin rojan li salonên sporê yên navçeyên Stenbolê û derva mitîng li dar xistin.

Serokomar Erdogan diyar kir ku kampanyaya wan a hilbijartinê dest pê kir û wiha pê da çû: "Lêbelê em ê nika manîfestoya xwe eşkere bikin. Nika ekîba min li ser vê dixebite û ez ê bi ekîba xwe ra nirxandina xwe temam bikim. Bi îzna Xwedê em ê manîfestoya xwe ya ku wekî beyannameya hilbijartinê tê zanîn bigihînin Kongreya Stenbolê."

Erdogan destnîşan kir ku piştî eşkerekirina manîfetoyê ew ê derkevin rê û wiha axivî:

Me niha li Enqereyê bi hemû parlementerên xwe ra li navenda giştî civîn kir, di civînê da kelecaniya xwe bi hemû parlementeran ra pare vekir. Lêbelê piştî ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind teqwîma hilbijartinê eşkere bike em ê jî teqwîma xwe daynin pêşiya xwe û binirxînin. Bi îzna Xwedê paşê jî nexşeya rê ya xwe pêk bînin. Em dîsa difikirin ku lêpirsîna temayulê bikin. Em ê bi lêpirsîna temayulê va di heman demê da parlementerên xwe jî tesbît bikin û xebatên xwe bidomînin. Yanê nika hemû bajaran dest bi xebateke mezin kirine. Em ê roja înê bi wan ra Civîna Serokên Bajaran a Berfireh bikin. Di wê civînê da nexşerêya xwe bi wan ra pare vekin. Bêjin Ya Allah derkevin rê."

- Hevkarî dewam dike

Li ser pirseke der barê hevakriya bi MHPyê ra û rêya ku ew ê teqîb bikin da Serokomar Erdogan bi bîr xist ku piştî bi Serokê Giştî ya MHPyê Devlet Bahçelî ra axivîn gavên xwe avêtin.

Erdogan got ku berê jî heyameke amadehiyan hebû, xebatên wan dewam dikin. Serokomar bal kişand ku xebatên serkeftî xwe di parlementoyê da jî nîşan didin.

- "Ev ji terora fitbolê wê da ye"

Serokomar Erdogan ji bo bûyerên ku di pêşbirka Fenerbahçe-Beşîktaşê da derketin got zehf ber xwe ketiye û wiha axivî: Ev ji terora fitbolê wê da ye. Dibê ez eşkere biaxivim di vê mijarê da kumpas jî heye."

Erdogan bal kişand ku hemû bûyer di dema avêtina kornerê da derdiketin û wiha pê da çû: "Ev ji terora fitbolê cuda ye. Ev terora li trîbunan bi destê hin kesan hat organîzekirin. Ev tişta xwe bera derneket holê."

Serokomar Erdogan ji bo êrîşa li ser Şenol Guneşê Direktorê Teknîkî yê Beşîktaşê jî got, "Mimkun nîne ku meriv ya anîn serê Şenol Xoce afû bike. Ez li Şenol Xoce geriyam. Bi heman awayî ez li serok Fikret û serok Azîz jî geriyam."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.