Muzaffer Çağlıyaner
20 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2022
Li Osmaniyeyê gundiyên debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin di mehên havînê da gamêşên xwe ji bo hênik bibin berî Çemê Ceyhanê didin.
Li gundê Gokçedamê ya li ser navendê ye serê sibehê ji 300î zêdetir gamêşî ji bo çêrandinê tînin keviya Çemê Ceyhanê.

Ber bi nîvrojê ji ber ku hewa zêde germ dibe gamêş dikevin çem û xwe hênik dikin.
- "Av ji bo gamêşan nîmetekî mezin e"

Mehmet Soyluyê gamêşan xwedî dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 250 gamêşên wî hene û wiha domand: "Em rojê du caran gamêşan didoşin. Ew ji serê sibehê heta êvarê li mêrgê dimînin. Rojên havînê ji ber ku Çukurova germ e em wan tînin keviya çem. Av ji bo gamêşan nîmetekî mezin e. Ev heywanên avî ne. Li devera av tunebe gamêş nayên xwedîkirin. Ew dikevin nav av û heriyê û wisa rihet dikin."