Tirkiye

Hediye Guran a ku di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê da hatibû binçavkirin, hat girtin

Aziz Aslan  | 17.09.2024 - Rojanekırın : 18.09.2024
Hediye Guran a ku di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê da hatibû binçavkirin, hat girtin

Diyarbakir

 Hediye Guran a ku di çarçoveya lêpirsîna der barê kuştina Narîn Gurana 8 salî ya li Diyarbekirê da hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgeriya cezayê ya sulhê va hat girtin.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ya der barê kuştina Narîn Gurana 8 salî da dewam dike ku Guran li Taxa Tavşantepeyê ya Baxlara navçeya navend a Diyarbekirê di 21ê Tebaxê da winda bûbû û cesedê wê di 8ê Îlonê da di Çemê Egertutmazê da hatibû dîtin.

Hediye Guran jina Fuat Guranê apê Narin Guranê ye ku mêrê wê ji ber sûcê "jiholêrakirina delîlên sûcê" hatibû girtin.

Hediye Guran jî di 13yê Îlonê da hatibû binçavkirin ku miemeleyên wê yên li navenda cendirmeyan temam bûbû û paşê jî li edliyeya serdozgeriya komarê lêpirsîna wê hatibû kirin.

Lêpirsîna der barê Hediye Guranê da temam bû û ew ji ber sûcê "beşdariya kuştinê ya biqestî" sewqî dadgeriya cezayê ya sulhê kirin.

Hediye Guran ji hêla dadgeriyê va hat girtin.

Di çarçoveya vê lêpirsînê da hejmara girtiyan bû 12.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.