Tirkiye

Jina Fuat Guranê ku di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê da hatiye girtin hat binçavkirin

Aziz Aslan  | 14.09.2024 - Rojanekırın : 16.09.2024
Jina Fuat Guranê ku di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê da hatiye girtin hat binçavkirin

Diyarbakir

 Hediye Gurana jina Fuat Guranê mamê Narîn Guranê yê ku di çarçoveya lêpirsîna der barê li Diyarbekir kuştina Narîna 8 salî da hatiye girtin, hat binçavkirin.

Lêpirsîna der barê Narîn Gurana ku di 21ê tebaxê da li Taxa Tavşantepeyê ya li Baxlara navçeya navend winda bû û di 8ê îlonê da li Çemê Egertutmazê cesedê wê hat dîtin da ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê va hat destpêkirin dewam dike.

Hediya Gurana jina Fuat Guranê mamê Narînê yê ku di çarçoveya lêpirsînê da li dadgeriya cezaya silhê ya nobedar ji ber sûcê "ji holê rakirina delîlên sûcê" hat girtin, hat binçavkirin.

Miameleyên Guranê yên li cendirmeyê dewam dikin.

Ji hêla din va lêkolîna li ser qeydên dengê yên ku ji têlefona mam Salîm Guranê ku di 2yê îlonê da hat girtin û ji bo ku dîsa îfadeyê bide anîn Edliyeya Diyarbekirê dewam dike.

Derket holê ku di qeydên dengê da axaftina R.Ayê 15 salî yê ku gumanbarê din û lêpirsînê ye û dîsa hat binçavkirin û Salîm Guran heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.