Türkan Tosun
08 Îlon 2019•Rojanekirin: 09 Îlon 2019
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarên Erzirom, Qers, Îdir û Erdexanê tavî û baran wê çêbibe.
Midûriyeta Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir li tevahiya herêmê tê texmînkirin hewa wê ewravî û pirewravî be. Ji nîvro pê va jî li Erzirom, Qers, Îdir û Erdexanê barana gur wê bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ji hêla başûr va ba wê demdemî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî kêm li Erdexanê 6, li Qers û Erziromê 8, li Agiriyê 12, li Tunceliyê 13, li Erzinganê 14 û li Îdirê jî 17 pile hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî li Tunceliyê 30, li Erzingan û Îdirê 25, li Agiriyê 23, li Erziromê 21, li Qersê 19 û li Erdexanê jî wê 18 pile be.