Li Bidlîsê ji ber taviya baranê lehî rabû
Bitlis
Li Guroymaka navçeya Bidlîsê li bajaroka Golbaşiyê ji ber taviya baranê lehî rabû.
Ji ber barana ku li giştiyê navçeyê bariya, li Taxa Koşkê ya bajaroka Golbaşiyê lehî rabû.
Di encama lehiyê da hin mal û baxçe di bin avê da man û hinek rê jî xirab bûn.
Şaredarê Bajaroka Golbaşiyê Hikmet Kardaş ji rojnamegeran ra diyar kir ku îsal ev cara sêyem e ku ew rûbirûyî lehiyê dibin.
Kardaş bal kişand ku zirar gihîşt binesaziya bajarok û wiha got, "Li bajaroka me zirar gihîşt rê, qanalîzasyon, xeta ava vexwarinê û her wiha menfezan. Şaredariya me bi derfetên xwe yên berteng nikare van ziraran telafî bike. Hersal ji ber vê bobelata lehiyê zirar digihîje bajaroka me. Îsal ev bû cara sêyem. Em li benda alîkariya peywirdaran in."
Halise Kardaşa lehiyê zirar gihand mala wan jî wiha got, "Baniyê metbex û tuwaleta me tep bû. Mala me ketiye halekî ku em nikarin tê da rûnên. Zirara me pir zêde ye."
Ekîbên şaredariyê piştî bobelata lehiyê, li herêmê xebata paqijiyê dan destpêkirin.