Tirkiye

Li Mûşê di qezaya ku 3 wesayît li hev qelibîn da 10 kes birîndar bûn

İbrahim Yaldız  | 24.09.2024 - Rojanekırın : 25.09.2024
Li Mûşê di qezaya ku 3 wesayît li hev qelibîn da 10 kes birîndar bûn Li Mûşê di qezaya ku 3 wesayît li hev qelibîn da 10 kes birîndar bûn

Muş

MUŞ (AA) - Li Mûşê traktor, minîbus û wesayîta nîvtîcarî li hev qelibîn û di qezayê da 10 kes birîndar bûn.

Nêzî gundê Durugozeya ku 20 kîlomêtre dûrî bajêr e, wesayîta nîvtîcarî ya ku Medeni I. diajot û plaqeya wê 49 AY 602 e, parava li traktora ku Alaattîn A. diajot û plaqeya wê 49 AN 516 ye, xist.

Di qezayê da traktora ku romorka wê tijî genim bû, welgeriya nava rê. Wê demê minîbusa ku ji heman alî va dihat, Abuzer Ç. diajot û plaqeya wê 49 J 1181 e jî li traktora welgeryayî xist û pekiya nava zeviya li kêleka rê.

Li ser êxbara kesên derdorê ambulans, AFAD, îtfaiye û cendirme sewqî cihê qezayê kirin.

10 kesên ku birîndar bûn, piştî midaxeleya ekîbên tenduristiyê bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Wesayît ji nava rê hatin derxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın