Cuma Sarı
26 Hezîran 2023•Rojanekirin: 28 Hezîran 2023
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê, zarokê digel malbata xwe çû ber Çemê Feratê, ji bo ku hênik bibe ket çem, lê di çem da xeniqî û mir.
Mehmet Salih Yalma (12) yê digel malbata xwe çû nêzîkî Taxa Mezrayê, ji bo ku hênik bibe ket Çemê Feratê.
Bîstek şûnda Yalma di çem da wenda bû û li ser vê yekê malbatê agahî da 112 Navenda Hawarê.
Li ser îxbarê ekîbên AKUT û AFADê û her wiha tîma polêsên xozneber bo deverê hatin şandin.
Piştî lêgerîna 4 saetan a di çem da cesedê Yalma hat dîtin.