Tirkiye

MÎTê Halîl Yîgîtê qaşo ji berpirsyarên PKK/KCKya rêxistina terorê li Garayê berteref kir

Orhan Onur Gemici  | 19.09.2024 - Rojanekırın : 20.09.2024
MÎTê Halîl Yîgîtê qaşo ji berpirsyarên PKK/KCKya rêxistina terorê li Garayê berteref kir

Ankara

Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT), Halîl Yîgîtê qaşo ji berpirsyarên PKK/KCKya rêxistina terorê bi operasyonekê li Garaya herêma li Iraqê berteref kir.

Li gorî agahiya ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, MÎTê di encama xebatên îstixbarî da tesbît kir, Halîl Yîgîtê kodnav "Hogir Pîrosî" yê qaşo ji berpirsyarên PKK/KCKya rêxistina terorê yê Gareyê ye, bi telîmata rêveberên payebilind ên rêxistinê va li Garayê çalakiyên dijî hêzên ewlekariyê yên Tirk organîze kiriye.

Yîgîtê cihê wî hat tesbîtkirin, bi operasyona MÎTê hat berterefkirin.

Yîgîtê li çoltera Şirnexê di 2007an da dest bi fealiyetên rêxistinî kir, beşdariya çalakiyên terorê yên bi çek û teqemenî yên li Sîlopiya navçeya Şirnexê kir.

Yîgît her wiha di bûyerên xendek-barîqatan da jî çalakiyên dijî hêzên ewlekariya Tirk organîze kirin û di 2018an da jî li Sûriyeyê di bin banê rêxistina terorê YPGyê da fealiyet meşand. Yîgît herî dawî jî li Garaya Iraqê fealiyeta rêxistinî meşand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın