Tirkiye

"Me biryar da ku Partiya Doza Azad bikeve hilbijartinê"

Serokê LBHê Guven da zanîn ku dê 11 partî beşdarî hilbijartinên serokomarî û parlementeriya giştî ya tê payîn ku di 24ê hezîranê de bên kirin bibin.

Elif Orhan  | 25.04.2018 - Rojanekırın : 26.04.2018
"Me biryar da ku Partiya Doza Azad bikeve hilbijartinê"

Ankara

ANKARA

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) Sadî Guven der barê hilbijartina serokomarî û parlementeriyê ya ku dê di 24ê hezîranê de bê kirin de got ku "Der barê partiyên siyasî de tu îtiraz nema. 11 partî dê bikevin hilbijartinê. Em înşeallah sibê difikirin ku salnameya hilbijartinê biweşînin."

Guven dema ku ji avahiya YSKê derket daxuyanî da rojnamevanan û got ku Serdozgeriya Komarê ya Daraza Bilind qeydên partiyên siyasî digire.

Guven got qeydên ewil digotin ku Partiya Doza Azad (HUDA PAR) dê nekare ku bikeve hilbijartinê û wiha axivî: "Li ser îtirazê gotin ku 'Me kongreya xwe kir'. Me ji navçeyan hemû belgeyan ji Lijneyên Hilbijartinê yên Bilind, agahiyên ku wan dan me teyît kirin. Şertê bi tevahî li 41 bajêran rêxistinbûnê bi cî anîn. Me jî biryar da ku Partiya Doza Azad bikeve hilbijartinê. Demek beriya niha hat îmzekirin. Ji bo ku di Rojnameya Fermî de bê weşandin hat şandin."

Sadî Guven destnîşan kir ku îtirazên hemû partiyan nirxandin û wiha axivî: 

"Der barê partiyên siyasî de tu îtiraz neman. Dê 11 partî bikevin hilbijartinê. Qanûna lihevkirinê ji TBMMê derket lê belê hêj di Rojnameya Fermî de nehatiye weşandin. Ji ber wê me nekarî ku em salnameya hilbijartinê biweşînin. Ev guherîn îşev an jî sibê heke di Rojnameya Fermî de biweşe em ê car din ji ber çavan re derbas bikin û înşellah em sibê difikirin ku biweşînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın