Tirkiye

Operasyona li ser kampên PKKyê yên li bakurê Iraqê

Di operasyona li dijî kampên PKKyê yên li bakurê Iraqê da Artêşa Tirkiyeyê 5 şikeft û 12 sitargehên ku terorîstan bi kar dianîn îmhe kirin.

23.03.2018 - Rojanekırın : 23.03.2018
Operasyona li ser kampên PKKyê yên li bakurê Iraqê

Hakkari

HAKKARÎ

Di operasyona li dijî kampên PKKya rêxistina terorê yên li bakurê Iraqê da Artêşa Tirkiyeyê 5 şikeft û 12 sitargehên ku terorîstan bi kar dianîn îmhe kirin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, Fermandariya Lîwaya Qomandoyan a li Yuksekovaya navçeya Hekariyê operasyona ku di 10ê adarê da bi piştgiriya hewayê va li ser kampên PKKyê yên li aliyê Iraqê dabû destpêkirin bi biryardarî didomîne.

5 şikeft û 12 sitargehên li Kanîreş û Xakurka li bakurê Iraqê yên ku terorîstan bi kar dianîn hatin îmhekirin.

Gelek amûrên di şikeft û sitargehan da jî di heman demê da hatin îmhekirin.

Wekî mayîn duh li herêma Xakurkê 5 terorîst hatibûn berterefkirin, 2 biksiyên bimakîne, rokêtavêjek, 3 keleşkof, dûrbîna termal û ya destan hatibûn girtin.

Li vê herêmê 13 roj in operasyon dewam dike, hetanî nika 20 şikeft û 42 sitargeh hatin xirabkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın