Tirkiye

"PKK zilmê li Kurdên herêmê dike"

Li Çinara navçeya Diyarbekirê di 10ê adara 1994an da mayîna ku terorîstên PKKyî li ser rê wek defik danîbûn, teqiya û 2 jê zarok 10 kes mirin, eqrebayên kesên ku di teqînê da mirin, lanet li PKKa rêxistina terorî anîn

19.03.2018 - Rojanekırın : 20.03.2018
"PKK zilmê li Kurdên herêmê dike"

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Li Çinara navçeya Diyarbekirê di 10ê adara 1994an da mayîna ku terorîstên PKKyî li ser rê wek defik danîbûn, teqiya û 2 jê zarok 10 kes mirin. Eqrebayên kesên ku di teqînê da mirin, lanet li PKKa rêxistina terorî anîn.

Bûyer li Yillarcaya gundê navçeyê qewimîbû û terorîstên PKKyî li ser rê mayîn bi cih kiribûn û gundiyên ku ji bo tevdîra eydê çûbûn danûstandinê dema ku di ser mayînê ra derbas bûbûn, mayîn teqiyabû. Êş û kula kesên ku di teqînê da mirin, hê wek roja bûyerê ye. Li dijî PKKa rêxistina terorî nefreta kesên ku eqrebayên wan mirin, roj bi roj zêde dibe.

Ahmet Turkogluyê ku di êrişê da kekê wî mir, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, dema ku êrişa terorî hat kirin ew zarok bû lê ew dem hê ji bîra wî naçe.

Turkoglu destnîşan kir ku PKKa rêxistina terorî di salên 1990î da avêtin ser gundên herêmê û xwîn rêjandin û wiha dewam kir: "Bi sozan va gelek kes xapandibûn. Piştî ku hêdî hêdî xetayên wan derketin holê û hat dîtin ku 'bê dîn" in, gel fêm kiri ku tu eleqeya van bi kurdan tuneye. PKKa rêxistina terorî ji bo hêzên dereke dixebite. Di salên 1990î da ji ber ku piştgirî nedan wan, terorîstan zext da ser gelê Kurd ê Misilman."

Turkoglu bi bîr xist ku Kurdên ku piştgirî nedidan, terorîstan gundên wan bi zorê vala dikirin û wiha dewam kir: "Ji ber ku gel misilman e, li dijî wan bûn. Ji ber ku gel dîndar bû, bûbûn hedefa PKKê."

Turkoglu diyar kir ku di sala 1994an da terorîstan li ser rêya gundê wan mayîn danî û di teqîna mayînê da merivên bê sûc û guneh mirin û wiha dewam kir: "Di nav wan da kekê min ê ku melayê gund bû jî hebû. Şikir ji Xwedê ra em vê gavê ji van zext û zordariyan xelas bûn, lê vê gavê heman zext li Sûriyeyê jî heye."

Hadî Gulçerê ku di êrîşê da kurê wî û biraziyê wî mir jî got ku PKKa rêxistina terorî li dijî Misilmanan êrişan dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.