Tirkiye

Şahîn Alpay hat texliyekirin

Alpayê nivîskarê Zamanê yê ku di çarçoveya lêpirsîna çapemeniya FETO/PDYê de girtî dihat darazandin piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hat berdan.

Fatih Gazioğlu  | 17.03.2018 - Rojanekırın : 17.03.2018
Şahîn Alpay hat texliyekirin

Istanbul

ÎSTANBUL

Şahîn Alpayê nivîskarê Zamanê yê ku di çarçoveya lêpirsîna çapemeniya FETO/PDYê de girtî dihat darazandin piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hat berdan.

Alpay li ber deriyê Girtîgeha Silîvriyê li mewqiya Gîşeyên Kinaliyê ji aliyê xanima wî, keç û neviya wî ve hat pêşwazîkirin.

Alpay daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku ew gelekî kêfxweş e û bi malbata xwe re ji wir dûr ket.

Duh piştî biryara binpêkirina maf ya Mehkemeya Destûra Bingehîn biryara texliyekirina Şahîn Alpay hatibû dayîn.

Lijneya mehkemeyê der barê Alpay de bi şertê 'qedexeya derketina dervayî welêt' û 'li mala xwe bisekine' biryara texliyeyê dabû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın