Ümit Türk,Mustafa Hatipoğlu
12 Hezîran 2023•Rojanekirin: 12 Hezîran 2023
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bertek nîşanî daxuyaniya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da, ku Kiliçdaroglu gava behsa rûniştvanên herêmên çolterê deng nedan CHPyê kiribû gotibû, "Pir hêsan e, dema hûn mehê 500 lîreyî bidin, ji xwe cihekê xerckirinê tuneye. Li gund dê pere li çi xerc bike? Wêranbûna aboriyê tesîrê lê nake." Erdogan wiha got, "Şûna ku rêzê li îradeya ji sandoqê derket bigire, hê jî ji bo welatiyan dixwazin bêjin 'dengên xwe bi 500 lîreyî difiroşin'. Ev, nîşaneya têkçûna siyasî ye."
Serokomar Erdogan di bernameya bibîranîna şair Necip Fazil Kisakurek a duh êvarê li Stenbolê hat lidarxistin da axivî.
Erdogan diyar kir, ew ê hînî herkesî bikin ku rêya desthelatê di dilê gel ra derbas dibe û wiha dewam kir, "Êdî kes wê nikaribe heqaretî li însanê Anadoluyê bike û gefê li wan bixwe. Tu bi Xwedê bikî çi dibêje? 'Bi dengên rûniştvanên herêmên çolterê Serokomarî qezenc kir'. Ka damezirînerê partiya we Xazî Mustafa Kemal negotiye, 'Gundî efendiyê gel e'. Li aliyekî wisa, li aliyekî wiha. Êdî kes naxape. Ev kar xilas bû."
Erdogan nirxandina xwe wiha domand:
"Şûna ku rêzê li îradeya ji sandoqê derket bigire, hê jî ji bo welatiyan dixwazin bêjin 'dengên xwe bi 500 lîreyî difiroşin'. Ev, nîşaneya têkçûna siyasî ye.
Yekê ku di 13 salên dawîn da 12 hilbijartin ji dest dane, şûna di xwe da li qebhetê bigere, hê jî dengdêran sûcdar dike ku ev yek êdî ne mijara siyasetê, ya psîkolojiyê ye. Lewra ev zat êdî waqieyeke psîkolojîk e. Miletê min jî ji ber ku ev yek dîtiye, gava pêwîst avêtiye."