Ahmet Aydın
28 Adar 2019•Rojanekirin: 29 Adar 2019
Serokê Komara Tirkiyeyê û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Elmadaga navçeya Enqereyê beşdarî mitînga partiya xwe bû û gotarek pêşkêş kir.
Serokomar Erdogan got, "Tevî hebûna CHPya Bay Kemal, tevî hebûna hevbendên îtîfaqê yên Bay Kemalê ku dibêje li Qendîlî terorîst nîn in, em pataxên terorê yên li Sûriye û Iraqê hişk dikin."
Erdogan wiha axivî
"Ti hêza fanî nikare siyasetmedarê ku bi gelê xwe re dimeşe, bihelîne, vê baş bizanin. Li pêş mirovê dewletê yê ku bi welatiyê xwe re di heman sefê de ye û ber bi heman hedefê diçe, ti rêgir nîn in. Kes nikare pêşiya welatekî ku bi biratî û piştevaniyê mezin dibe qut bike, nikare cesareta qutkirinê jî nîşan bide. Yên ku îro tehemula tehdîda ku li wî bixwe hatiye kirin bike, sibe li Diyarbekirê, li Mêrdînê dê tehemula şeqamên ku li bodromên şaredariyan tên avêtin û daraza dadgehên qaşo jî bike. Yên ku îro li hember heqaretan dengneke, sibê Xwedê neke, dema xendek li pêşiya şaredariyê hatin vedan, koncal hatin kolan, dê nikaribe deng bike. Ji wan kesên ku bejna xwe li ber dûvikên Qendîlê xwar dikin, ji bo Enqereyê şaredar nabe. Nikarin heysiyeta xwe biparêzin, dê çawa xwedî li emaneta Enqereyiyan derkevin."
Serokomar Erdogan wiha pê de çû:
: "Nuha hinek dibêjin 'bila hilbijartin biqedin, emê bibînin. Roja yekşemê hilbijartineke tolhildanê ye.' Hey ehmeq tolhildana çi? Vana qehf avêtiye. Tu tola çi hildidî? Tola 15ê Temmûzê hildidî. Emê li dadgehê dersa misteheq bidin bi wan kesên ku ev îfade bikaranîn. Em Enqereyê teslîmî bazirganên senedên saxte nakin."