Tirkiye

Xwendekarên zanîngehê dibistan xemiland

Xwendekarên zanîngehê, dîwarên dibistana seretayî û ya navîn a Kurubaşê ku li Edremîta navçeya Wanê û gelek caran ji hêla terorîstan va hatibû şewitandin, bi resm û neqşan xemilandin.

Abdullah Tel  | 21.04.2018 - Rojanekırın : 22.04.2018
Xwendekarên zanîngehê dibistan xemiland

Van

VAN

Xwendekarên zanîngehê bi resm û neqşan dîwarên dibistana seretayî û ya navîn a Kurubaşê ku li Edremîta navçeya Wanê û gelek caran ji hêla terorîstan va hatibû şewitandin, xemilandin û li bexçeyê dibistanê jî şitlê daran çikandin.

Dibistana li Taxa Kurubaşiyê di sala 2014an da û piştî wê bi caran ji hêla terorîstan va hat şewitandin û zirareke mezin dît. Ji ber zirar û ziyanê li dibistanê demek perwerdehî nehat kirin û di wê navberê da xebatên tedîlat û temîratê va şopên êrîşan hatin paqijkirin.

Xwendekarên Beşa Hunerên Dîtbarî ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê jî li ser dîwarên dibistana tedîlata wê hat kirin wêne çêkirin û şitlên daran di bexçeyê dibistanê da danîn.

Alîkarê Midûrê Dibistanê û Kordînatorê Projeyê Murat Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li dibistanê 22 mamoste û 400 xwendekar hene.

Aslan destnîşan kir ku ji bo xweşkirina dibistanê projeya "Ji bo pêşerojê dest bidin hev" kirin rewacê û wiha pê da çû: "Prof. Dr. Peyamî Battalê Rektorê Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê piştgirî da projeya me. Dibistana me ya ku berê ji hêla PKKyê va hatibû şewitandin hat temîrkirin. Pirtûkxaneya me hat çêkirin û ji bo ku zarok di cihekî paqij û çêtir da perwerdehiya xwe bidomînin kar û xebat hatin kirin.

Mamosteya dersa Îngilizî Demet Yeşîldagê jî bi bîr xist ku dibistana wan di sala 2014an da ji hêla terorîstan va hatiye şewitandin û wiha dewam kir: "Di nav dibistanê da gelek cih hatin şewitandin. Me hemûyan xwest ku tevlî weliyên xwendekarên xwe ji bo zarokan em destê xwe bidin hev û bixebitin û ji bo wan tiştekî bikin."

Ji xwendekarên zanîngehê Esra Gunbeldekê got ku heya ji destê wan ji bo li ser dîwarên dibistanê wêneyên xweş çêkin hewl dan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.