Zanist û teknolojî

Di 25 saliya înternetê da ji sedî 67ê nifûsê "online" ye

Li Tirkiyeyê 25 sal li ser hatina înternetê ra derbas bû û 54,3 milyon kesên ku ji sedî 67ê nifûsê pêk tînin, înternetê bi kar tînin

İbrahim Atmaca  | 10.04.2018 - Rojanekırın : 11.04.2018
Di 25 saliya înternetê da ji sedî 67ê nifûsê "online" ye

Ankara

ANKARA

Li Tirkiyeyê 25 sal li ser hatina înternetê ra derbas bû û 54,3 milyon kesên ku ji sedî 67ê nifûsê pêk tînin, înternetê bi kar tînin.

Ji Enstîtuya Enformatîkê ya ODTUyê Şaxa Makezanista Ewlehiya Sîber Wezîfedarê Hûndekariyê Dr. Atîlla Ozgît daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Tirkiyeyê girêdana înternetê ya ewil di 12ê nîsana 1993yan da li salona sîstemê ya Serokatiya Daîreya Agahî û Muameleyê ya ODTUyê hat kirin û li ser ra 25 sal derbas bûn.

Ozgît diyar kir, rehên înternetê di têgeha "Tora Galaktîk" da ye. Ozgît got ku di sala 1962yan da J.C.R. Licklider li Massachusetts Institute of Tecnologya (MIT) ku ji zanîngehên herî mezin ên Amerîkayê ye li ser vê têgehê nîqaş da destpêkirin.

Li gor agahiya ku Ozgît da Lawrance Roberts û Thomas Merrill di MITê da wek lêkolîner xebitîne û cara ewil di 1965an da kompîtur bi hev va girêdane. Di 1986an da National Science Foundation-Weqfa Zanista Neteweyî NSFNetê di çêkirina bingeha înternetê da gav avêtiye.

Piştî vê pêvajoyê gel piştî sala 1989an şûnda înternet bi kar aniye. Protokola TCP/IP û înternetê ji salên 1990î pê va zêde bû. Ji aliyê bazirganiyê va jî berbelavbûna înternetê jî ji 1991ê pê va çêbû.

Di sala 1990î da di navbera NSFnet û şirketên taybet da pêvajoya taybetkirina înternetê dest pê kir, di gulana 1995an da NSFê bi temamî dest ji kargêriya înternetê kişand.

Ji sala 1995an pê va kargêriya înterneta Amerîkayê bi tememî dan kargêrên taybet.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.