Zanist û teknolojî

NASAyê peykeke meteorolojiyê şand fezayê

Daîreya Feza û Esman ya Amerîkayê yek ji peykên meteorolojiyê ya pêşketî ya dinyayê şand fezayê.

Nihat Kavşut  | 02.03.2018 - Rojanekırın : 02.03.2018
NASAyê peykeke meteorolojiyê şand fezayê

Ankara

CAPE CANAVERAL

Daîreya Feza û Esman ya Amerîkayê (NASA) yek ji peykên meteorolojiyê ya pêşketî ya dinyayê şand fezayê.

Hat ragihandin peyka GOES-Syê ya wê rojavayê Amerîkayê çavdêrî bike bi moşeka Atlas Vyê şandin fezayê.

Gelek meteorolog û televizyonan şandina peykê şopand.

GOES-S peyka duyemîn e ku di çarçoveya projeyeke qederê 11 milyar dolar lê hat xerckirin da şandin fezayê. Peyka GOES-Syê li rojavayê Amerîkayê wê bahoz, şewatên daristanê, lehî, hezaz û afatên curbecur teqîb bike û dîmenan bişîne dinyayê.

Peyka ewil ya projeyê peyka GOES-16 ye û çavdêriya peravên rojhilat yên Atlantîk û Amerîkayê dike.

GOES-S di nav çend hefteyan da wê 35 hezar kîlomêtro li ser ekvatorê ciyê xwe bi keys bike û navê GOES-17ê hilde.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın