Em ji serwisa kurdî yên AAyê perwerdehiyê dixwazin
Serokê Komelaya Rojnamevan û Weşangerên Batmanê Arîf Aslan got:""Em dê wek cemiyet di mijara perwerdeya nûçeyên kurdî de ji AAyê arîkariyê bixwazin.

Aslan destnîşan kir ku nûçeyên kurdî yên AAyê gelekî eleqeyê dibînin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em dê wek cemiyet di mijara perwerdeya nûçeyên kurdî de ji AAyê arîkariyê bixwazin. Ez Anadolu Agency û birivebiriya wê ya ku di vê mijarê de tiştekî nekirî kirin, pîroz dikim. Înşallah ev beşa nûçeyên kurdî belavtir bibe. Hin hempîşeyên me dest bi nivîsîna nûçeyên kurdî kirin. Em van jî wekî ewilînên Ajansa Anadoluyê dibînin. Ez di serî de Kemal Ozturkê ku weşana kurdî da destpêkirin û hemû xebatkaran pîroz dikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.