Tirkiye, Aborî

Baykar, fîrmaya asîmangeriyê ya Îtalyayê Piaggio Aerospaceyê dikire

Göksel Yıldırım  | 27.12.2024 - Rojanekırın : 28.12.2024
Baykar, fîrmaya asîmangeriyê ya Îtalyayê Piaggio Aerospaceyê dikire

Ankara

Baykar, dê fîrmaya asîmangeriyê ya Îtalyayê Piaggio Aerospaceyê bikire.

Li gorî daxuyaniya Baykarê, Wezareta Kargêriyan û Made in Italy ya Îtalyayê pesend kir ku fîrmaya asîmangeriyê ya Piaggio Aerospaceyê bifroşin Baykarê.

Baykara ku li ser asta cîhanî şirketa herî mezin a droneyên çekdar e, di îhaleya kirîna fîrmaya asîmangeriyê ya Îtalyayê Piaggio Aerospaceyê ya ku sala 1984an hatiye avakirin, teklîfa herî zêde da.

Baykarê bi dayîna teklîfa herî zêde rikeberên xwe yên ji welatên cuda li paş xwe hişt û îhale sitand. Di pêvajoya îhaleyê da xebatên fînasî ji aliyê Şêwirmendiya Pragmayê va hat meşandin.

Piaggio Aerospace ku hilberîna motorên balafiran û jetên kar ên Avantî P.180 ku di sektora asîmangeriyê da weke "ferrariya asîmanan" tê zanîn, di heman demê da jî di ekosîstema pîşesaziya parastinê ya Îtalyayê da jî bi karûbarên xwe yên lênihêrîn, temîrkirin û sererastkirina (MRO) va xwedî roleke stratejîk e.

Piaggio bi dîroka xwe ya 140 salî ji bo binesaziya teknolojiyê ya Îtalyayê xwedî cihekî giring e.

Wezîrê Kargêriyan û Made in Italy ya Îtalyayê Adolfo Urso diyar kir ku ji nû va destpêkirina şirketê bi nêrîneke bi xwe bawer a di warê pîşesaziyê da hat tekûzkirin û wiha got, "Piştî çaverêkirineke bi qasî 6 salan, em siberojekê pêşkêşî Piaggio Aerospaceê dikin. Ev şirketa ku ji bo welatê me xwedî cihekî stratekjîk e, bi perspektîfeke wadedirêj, jinû va tê vejandin û hêza wê tê parastin."

- Ewê qebareya wê ya hilberînê bê qewînkirin

Baykar bi vê kirînê ra wê bandora xwe li bazara asîmangeriyê ya Ewropayê zêde bike, mîrata dîrokî ya Piaggioyê biparêze û ewê bike ku qebareya wê ya hilberînê qewîn bibe.

Ligel vîzyona siberojê ya Baykarê, armanc ew e ku îstixdama ku ji hêla şirketê va li Îtalyayê peyda dibe, jî zêde bibe. Ev gava stratejîk a Baykarê di warê pîşesaziya asîmanî ya Tirkiyeyê da serkeftineke nû ye. Bi vê peymanê ewê nasnameya dîrokî ya Piaggioyê jî, ber bi siberojê va were veguhastin.

Baykarê sala 2023an îxracateke bi bihayê 1,8 milyar dolarî kir û xwe xist nava 10 fîrmeyên Tirkiyeyê ku herî zêde îxracat kirine. Li gorî rapora Saziya CNASê (Navenda Ewlekariyê ya Amerîkaya Nû) ku navenda wê li DYAyê ye, Tirkiye ji sedî 65ê bazara îxracata droneyan a cîhanê domîne dike. Baykar ji rikeberê xwe yê herî nêzîk ê DYAyî bi qasî 3 qatan mezintir e. Baykar bi tena serê xwe xwediyê nêzîkî ji sedî 60ê vê bazarê ye. Baykar bi giştî ji bo 35 welatan îxracata Bayraktar TB2 SÎHA û Bayraktar AKINCI TÎHAyan dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.