Aborî

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Şimşek îro dest bi serdanên xwe yên li Amerîkayê dike

Deniz Çiçek Palabıyık  | 22.10.2024 - Rojanekırın : 22.10.2024
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Şimşek îro dest bi serdanên xwe yên li Amerîkayê dike

Ankara

 Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek di çarçoveya serdanên xwe yên li Amerîkayê da ewê beşdarî civînên G20 û Banka Cîhanê bibe, her wiha dê digel Wezîra Xezîneyê ya DYAyê Janet Yellen û Wezîrê Xezîneyê yê Pakistanê Muhemmed Aurangzeb û gelek navên din civînên dualî li dar bixe.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Wezareta Xezîne û Darayiyê bi dest xist Şimşek îro dest bi serdanên xwe yên li Amerîkayê dike û ewê Serokê Banka Navendî Fatîh Karahan jî refeqeta wî bike.

Şîmşek di miyana serdana xwe ya Amerîkayê da ewê beşdari nêzîkî 50 civînan bibe û piştî civînên G20ê yên ku dê 2 roja biajon, ewê beşdarî civîna Komîteya Geşepêdana Banka Cîhanê bibe.

Wezîr Şimşek dê digel Wezîra Xezîneyê ya DYAyê Yellen û Wezîrê Xezîneyê yê Pakistanê Aurangzeb û gelek hevtayên xwe yên din civînên dualî li dar bixe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.