Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Şîmşek bi Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Bessent ra civiya

Ankara
Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek bi Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent ra civiya.
Şîmşek ji bo ku beşdarî civînên G20, IMF û Bankeya Dinyayê bibe, li Amerîkayê ye û li Washingtonê bi Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent ra civiya.
Wezareta Xezîne û Maliyeyê der barê mijarê da diyar kir ku Serokê Bankeya Navend Fatih Karahan jî beşdarî civînê bû û civîn erênî derbas bû.
Di civînê da ev mijar hatin nîqaşkirin, "Hevkariya veberhênan, bazirganî, veguhastin û vejenê hat rojevê. Ji bo geşekirina tevkariyê ya pîşesaziya parastinê gav bên avêtin, seba rakirina astengkirinên heyî, xebat wê bên kirin."
Her wisa di civînê da der barê bernameya aboriyê ya ku li Tirkiyeyê tê birêvebirin da jî agahî hatin dayîn.