Kesên rê didin ber sektora vejena kurewî dê di Istanbul Energy Forumê da bên cem hev
- Istanbul Energy Forum dê ji gelek welatên wekî Rûsya, Azerbeycan, Tirkmenistan, Macaristan, Lîbya, Moldova, Bulgaristan û Sirbistanê wezîran biezimîne
Ankara
Istanbul Energy Forum ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) di hîmayeya Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî da li dar dixe, dê ji welatên cuda wezîr, nûnerên saziyên civaka sivîl, nûnerên saziyên navneteweyî, akademîsyen, mensûbên çapemeniyê û karsazan biezimîne.
Di forumê da ya ku dê li Navenda Kongreya Stenbolê di 22yê Mijdarê da were lidarxistin, beşdarvan dê derfeta diyaloga di asta kurewî da bi dest bixin.
Di forumê da mijarên wekî hedefên herêmî yên sektora vejenê, di pêkanîna ewlehiya erza xaza siruştî da rola Tirkiyeyê, fînansmana veguherîna vejenê dê bên nirxandin û her wiha ji petrolê heya xaza siruştî û ji ewlehiya erzê heya geşedanên teknolojîk gelek sernav dê bên gotûbêjkirin.
Di rûniştina sereke ya forumê da Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun û Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz dê biaxivin.
Dîsa di rûniştina bi moderatoriya Wezîr Bayraktar da wezîrên vejenê yên Rûsya, Azerbeycan, Tirkmenistan, Macaristan, Lîbya, Moldova, Bulgaristan û Sirbistanê û her wiha Wezîrê Dewleta Tirkmenistanê Maksat Babayev dê wek axêver cihê xwe bigirin.
Kesên dixwazin beşdarî forumê bibin dikarin bi rêya malpera "https://www.istanbulenergyforum.com"ê xwe qeyd bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.