Sektora bûkaniyê li fuara li Îzmirê hat cem hev
Izmir
Fuara Cilûberga Bûkanî, Zavatî û Abiyeyê ya IF Wedding Fashion Îzmirê ya wekî ji fuarên herî mezin ên ji qada xwe tê destnîşankirin, ji bo cara 18emîn deriyê xwe vekir.
Fuar bi hevkariya ÎZFAŞa îştiraqa fuarvaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê û Komeleya Pîşesazîvanên Cilûbergan a Egeyê (EGSD) li Fuar Îzmirê hat lidarxistin. Di fuarê da ji 6 welatan 180 fîrma koleksiyonên xwe yên dawîn ên cilûbergên bûkanî û zavatiyê nîşan didin.
Di roja ewil a fuarê da defîleya fînalê ya Pêşbirka Sêwirîna Bûkaniyê jî hat pêkanîn.
Di defîleyê da Ozturk Yilmaz bû yekemîn, Habibe Çakir bû duyemîn û Eren Timoçin bû sêyemîn.
Fuara ku dê defîleya performansê jî were pêkanîn dê di 22yê Mijdarê da bi dawî bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.