Sobeyên li Sariqamîşa Qersê tên çêkirin li 8 parêzgehan tên firotin
Kars
Sobeyên li Sariqamîşa navçeya Qersê tên çêkirin li 8 parêzgeh û navçeyên wan ên li rojhilatê Tirkiyeyê tên firotin.
Li Sîteya Pîşesaziyê ya Piçxûk a Sariqamîşê 100 hezar sobeyên sac yên di 4 îmalatxaneyên cuda da di 12 mehan da ji hêla 40 karkerî hatin hilberandin, ji Qers, Erdexan, Îdir, Agirî, Erzirom, Bidlîs, Bîngol û Mûşê ra tên şandin.
Bihayê sobeyên sac û emaye yên bi 10 cure û celebî tên hilberandin û tê da êzing, komir û sergîn tên şewitandin, di navbera 500 û 1000 lîreyî da diguhere.
Xwediyê îmalatxaneyê Osman Yildiz ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew sobeyên erzan û bi qalîte çêdikin ku di şert û mercên giran ên zivistana Herêma Rojhilatê Anadoluyê da li ber xwe bidin.
Yildiz axaftina xwe wiha domand:
"Wek amadekariya zivistanê di îmalatxaneya me da salê 12 meh hilberîn tê kirin. Li gorî sîparîşên ku di îlon û cotmehê da tên dayîn, Erdexan, Îdir, Qers, Mûş û navçeyên wan di serî da em ji bo gelek cihên herêma Rojhilatê Anadoluyê rojane 100 sobeyan îmal dikin û dişînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.