Aborî

Wezîr Şimşek li Amerîkayê bi peywirdarên payebilind ên saziyên derecepêdayîna krediyê ra hat cem hev

Yıldız Taşdelen Erli  | 26.09.2024 - Rojanekırın : 27.09.2024
Wezîr Şimşek li Amerîkayê bi peywirdarên payebilind ên saziyên derecepêdayîna krediyê ra hat cem hev

Istanbul

 Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek li New Yorka ku bi minasebeta Lijneya Giştî ya NYyê ya 79emîn lê ye, bi peywirdarên payebilind ên saziyên navneteweyî yên derecepêdayîna krediyê ra hat cem hev.

Li gorî agahiya hat sitandin, Şimşek di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li New Yorkê da civîn û hevdîtinên veberhênanan pêk anî û di roja 3yem a hevdîtinan da jî bi peywirdarên payebilind ên Standard & Poor's (S&P) û Moody'sê ra hat cem hev.

Serokê Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) Fatih Karahan jî beşdariya civînê kir.

Eşkere bû, di civînan da Şimşek qala geşedanên dawîn ên di bernameya aboriyê da û nexasim jî pêşaniyên di maliyeya qamûyê da kir.

Civîn û hevdîtinên veberhênanan ên Wezîr Şimşek ên li New Yorkê bi dawî bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.