Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Uraloglu: "Di warê ewlehiya sîber da em di nava 10 dewletên ewil da ne"
Ankara
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu, "Em rojê di warê ewlehiya sîber da ji 400î zêdetir êrîşên sîber berteref dikin. Di warê ewlehiya sîber da em di nava 10 dewletên ewil da ne."
Uraloglu bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Uraloglu li ser pirsa der barê cîhazên ragihandinê da wiha axivî, "Li Tirkiyeyê cîhazên ragihandinê hema hema qet nayên emilandin. Ji ber cîhazên ragihandinê li Tirkiyeyê tu rîsk tuneye."
Uraloglu ji bo ewlehiya sîber ya Tirkiyeyê wiha got, "Em rojê di warê ewlehiya sîber da ji 400î zêdetir êrîşên sîber berteref dikin. Di warê ewlehiya sîber da em di nava 10 dewletên ewil da ne."
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Uraloglu li ser pirsa der barê astengkirina ketina Instagramê da wiha got, "Platform dizanin ku Tirkiye biryardar e. Me nîşan da ku gava hewcedarî çêbe em her cure mueyîdeyan datînin."
Uraloglu ji bo parastina agahiyên şexsî wiha peyivî, "Di roja îroyîn da ji bo agahiyên şexsî li Tirkiyeyê tu gef û talûke tuneye. Dixwazin rojevên çêkirî derxin."
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Uraloglu balê kişand ser Projeya Trêna Lezgîn ya Enqere-Îzmirê û wiha axivî, "Em dixwazin di serê sala 2027an da temam bikin. Navbera Enqere û Îzmirê wê 3,5 saet be. Em dixwazin di navbera Enqere û Stenbolê da him rêbejeke nû û him jî xeteke trêna lezgîn ya nû ava bikin. Xebatên ji bo Projeya Trêna Lezgîn ya Enqere-Stenbolê ku leza wê di saetê da 350 kîlometre ye, dest pê kirine. Dibe ku di 2034an da biqede. Mesafe wê 80 deqîqe be."
Uraloglu li ser pirsa der barê Rêya Pêşketinê da got, "Amadehiyên projeyê yên Rêya Pêşketinê wexta biqedin. Em li ser fînansmanê diaxivin. Em dixwazin di nava 2025an da bidin destpêkirin."
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Uraloglu got ku peyka Turksat 6Ayê wê di nava meha Cotmehê da bikeve rêgeha xwe ya mayînde û em ê herî dawîn di dawiya salê peyka xwe hildin dewreyê û wiha dewam kir, "Em dixwazin ji bo 5Gyê sala bê derkevin îhaleyê û di Çileya 2026an da jî sînyala ewil bidin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.