Aborî

Wezîrê Ticaretê Bolat: "Di îxracatê da me rekora cotmehê ya herî bilind a dîroka komarê şikand"

Fatma Eda Topcu  | 02.11.2024 - Rojanekırın : 03.11.2024
Wezîrê Ticaretê Bolat: "Di îxracatê da me rekora cotmehê ya herî bilind a dîroka komarê şikand"

Istanbul

 Wezîrê Ticaretê Omer Bolat, "Di cotmehê da me rekora cotmehê ya herî bilind a dîroka komarê şikand. Îxracata me gorî heman meha par ji sedî 3,6 zêde bû û ji 23,6 milyar dolarî derbas bû."

Bolat tevî Serokê Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê Mustafa Gultepe li Antalyayê di civîna çapemeniyê da reqamên ticareta derva yên meha cotmehê eşkere kir.

Wezîrê Ticaretê Bolat diyar kir di cotmehê da rekora cotmehê ya herî bilind a dîroka komarê şikandine û got ku îxracata me gorî heman meha par ji sedî 3,6 zêde bû û ji 23,6 milyar dolarî derbas bû.

Bolat destnîşan kir her wiha bi rekora di meha cotmehê da rekora îxracatê ya her 10 mehên ji 15 mehên dawîn jî şikandine.

Wezîrê Ticaretê Bolat got ku îxracata di 10 mehên pêşîn yên sala 2024an da gorî heman mehên par ji sedî 3,2 zêde bûye û derketiye 216,4 milyar dolarî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın