Aborî

Wezîrê Ticaretê Bolat: "Pergala gumrika Tirkiyeyê ji bo bazirganiya bi Îsraîlê ra bi temamî girtî ye"

Mehtap Yılmaz Özdemir  | 02.11.2024 - Rojanekırın : 06.11.2024
Wezîrê Ticaretê Bolat: "Pergala gumrika Tirkiyeyê ji bo bazirganiya bi Îsraîlê ra bi temamî girtî ye"

Ankara

 Wezîrê Ticaretê Omer Bolat destnîşan kir ku pergala gumrika Tirkiyeyê ji bo bazirganiya bi Îsraîlê ra bi temamî girtî ye û got, "Dê welatê me ji bo dabînkirina pêdawistiyên gelê bindest ê Filistînê û di warê piştevaniya aborî li doza mafdar a Filistînê da berdewam be."

Bolat li ser hasabê xwe yê Xê derbarê bersiva xwe ya ku dema beşdarî weşaneke zindî bû û ji bo îdiayên ku dibêjin bazirganiya bi Îsraîlê ra berdewam e dabû, parvekirinek kir.

Wezîrê Ticaretê Bolat baş kişand ser wê yekê ku ji 2yê Gulana 2024an va biryar dane heta Îsraîl agirbesteke mayînde ranegihîne û îzna wê yekê nede ku têra xwe alîkariya mirovî ya bênavber derbasî Xeta Xezeyê bibe, ewê îxracat û îdxalata bi Îsraîlê ra bi awayekî ku hermî berheman di xwe da bigire sekinandî be.

Bolat anî ziman ku ji wê tarîxê va ti beyannameyeke gumrikê ya tescîlkirî di warê îxracat û îdxalatê da ji Tirkiyeyê bo Îsraîlê nehatiye vekirin û bi heman şêweyî ji Îsraîlê jî ti sewqiyatek çênebûye.

Wezîrê Ticaretê Bolar destnîşan kir ku pergala gumrika Tirkiyeyê ji bo bazirganiya bi Îsraîlê ra bi temamî girtî ye û got, "Dê welatê me ji bo dabînkirina pêdawistiyên gelê bindest ê Filistînê û di warê piştevaniya aborî li doza mafdar a Filistînê da berdewam be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın