Polîtîka, archive

Bi deh hezaran kes ji bo 'Ji terorê re na, biratiyê re erê' meşiya

Kesên ku ji bo meşa "Ji terorê re na, biratiyê re erê" li Qada Sihiyeyê kom bûn, ber bi Meclisa Pêşîn a li Ûlûsê dest bi meşê kirin.

17.09.2015 - Rojanekırın : 17.09.2015
Bi deh hezaran kes ji bo 'Ji terorê re na, biratiyê re erê' meşiya

ANKARA

 

Kesên ku ji bo meşa "Ji terorê re na, biratiyê re erê" li Qada Sihiyeyê kom bûn, ber bi Meclisa Pêşîn a li Ûlûsê dest bi meşê kirin.

Serê hefteyê 14 rêxistinên karker û kardêran bang kirin, bi bangê pîr û ciwan, jin û mêr ji her aliyê welatî berê nîvro ve bi alayên tirkan hatin Qada Sihiyeyê.

Ekîbên pispor li Qada Sihiyeyê ya ku ji bo trafîka wesayîtan hat girtin û li Parka Abdî Îpekçî û qada kombûnê ya hawirdora wê lêgerîna bombeyê kirin û pişt re di saet 15.00an de ji welatiyan re vekirin. 

Li 7 cihên lêgerînê yên guzergahên cuda lêgerîna ser û cilê welatiyan hat kirin û pişt re welatî hildan qadê. Peywidarên komîteya tertîbê ya meşê şewqeyên sor û spî, alaya tirkan û fîtik belavî welatiyan kirin.

Welatiyên ku li Qada Sihiyeyê kom bûn, di saet 16.40an de ji ser Bûlwara Ataturkê ber bi Meclisa Pêşîn a li Ûlûsê ve meşiyan û di meşê de diruşmeyên "Ji terorê re na, biratiyê re erê", û "Şehîd namirin, welat parçe nabe" berz kirin. 

- Alaya tirkan a qerase ji destekî dikeve destê din

Piştî ku meşê dest pê kir welatiyan alaya tirkan a qerase ya ku dirêjahiya wê hezar û 500, firehiya wê jî 7 metro ye û bi tirê anîn ber derê Dadgeha Enqereyê ji destekî dan destê din. 

Pêşiya meşê birêvebirên 14 rêxistinên karker û kardêran ên ku di nav wan de TOBB, Memûr-Sen, Turk-Îş, Turkiye Kamû-Sen, TUSÎADÎ MUSÎAD, Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û Hak-Îş jî hebûn, cî girtin.

- "Roj ew roj e ku em li yekîtiya xwe û li hev xwedî derkevin"

Serokê TOBBê Rîfat Hîsarciklioglu û birêvebirên rêxistinên karker û kardêran ên bi wî re hemû bi hev re derketin ser şaneşîna meclisê ya li li Qada Ûlûsê dinêre.

Hîsarciklikoglu vir ser navê 14 rêxistinên karker û kardêran ên ku meş li dar xistin, daxuyanî xwend. 

Hîsarciklioglu got ku her kesê ku beşdarî meşê bû li yekîtî û bihevrebûna welêt, gel û dewletê xwedî derket û wiha axivî: 

"Hemûyan bi hev re li dijî terorê helwesteke neteweyî nîşan da, biratiya gelê me nîşan da. Em kesên ku îro vir in nêrîna me ji hev cuda ye, fikrên me ji hev cuda ne. Lê hin tiştên me yên hevpar hene. Em hemû ewladên vî gelî ne, em hemû hezkiriyên vî welatî ne. Dema ku welatê me, yekîtiya me, aramiya me, îro û dahatûya me bixin hedef em nikarin bêdeng bimînin. Em nikarin li hember kesên ku me dikin dijminê hev, cîranan û birayan berdidin pêsîra hev bêdeng bimînin.  Em ji aliyekî ve hemû bi hev re belaya terorê dikşînin, ji aliyekî ve cudahiya nav civakî her ku diçe zêde dibe, em nikarin li hember sekna eql û wijdanê bêdeng bimînin. Va ye ji ber vê yekê ye ku îro ji her nêrîn û fikrê mirov, ji hemû aliyên civakê mirov vir in. Me alaya xwe ya stêrk û heyvî ya ku sembola yekîtî û bihevrebûna me ye girt û em hatin vir. Em ji bo ku biratiya gelê xwe biparêzin hatin vir. Em j ji bo ku vê lîstika ku li welatê me tê lîstin vala derxînin hatin vir. Em ji bo ku avekê li ser agirê fitneyê ya ku me berdide hev bikin, hatin vir. Em ji bo ku nîşan bidin ku em li hember kesên dixwazin ku aramiya me xira bikin yek in, hatin vir. Em ji bo ku quwetê bidin aştiya civakî û hêviyên ku şikestin ji nû ve vejînin hatin vir. Me bala xwe neda cudahiyên xwe em li ser tiştên hevpar sekinîn."

Hîsarciklioglu qal kir ku terorê şermezar dikin û hemû bi hev re li biratiyê xwedî derdikevin û dibêjin ku "Ji terorê re na, biratiyê re erê" û axaftina xwe wiha berdewam kir: 

"Em niha li meclisa ku wir xîmên dewleta Komara Tirkiyeyê hat avêtin in. Meş vir qediya û di vê de jî peyameke gelekî girîng heye. Em li meclisa avaker a ku timsalê ewil a vîna bihevrejiyanê ya gel e, ne.  Gelê me yê ezîz roj roja xwedî lê derketina demokrasî, yekîtî û bihevrebûna me ye. Me hemûyan bi hev re eqlêselimiya xwe nîşan da. Me hemûyan bi hev re îro guh da dengê wijdana xwe. Em bi hişmendiya welatîbûna vî welatî hatin bal hev. Em ê ji niha pê ve jî vê bihevrebûna xwe ya biryardar berdewam bikin. Em ê bibin dengê ew kesên ku dilê wan ji bo aştiyê lê dixe. Em divê ji gotin û daxuyaniyên ku ji bo berteknîşandana terorê welatiyên me rencîde dike, zirarê dide biratiya me dûr bisekinin. Ev gel dijî terorê ye. Ev gel li biratiyê xwedî derdikeve. Dixwaze ku di nav yekîtî û bihevrebûnê de bi biryardarî pêş bikeve. Em hemû ewladên vî welatî ne, birayên hev in. Ev welat, ev ala ya me hemûyan e. Em hemû Tirkiye ne."  

Piştî daxuyaniya ku Serokê TOBBê Hîsarciklioglu xwend dawî li çalakiyê hat. Rêyên ku ji ber meşê ji bo trafîkê hatibûn girtin bi awayekî bi qademe hatin vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın