Polîtîka, archive

ÎHAyan dîmenên amadehiya kemînê ya terorîstan kişand

Kamerayên ÎHAyan li Cizîrê bûyerên teqandina teqemeniyê, yên bi destê terorîstan hatin da ku polês derbas nebin kişandin.

17.09.2015 - Rojanekırın : 17.09.2015
ÎHAyan dîmenên amadehiya kemînê ya terorîstan kişand

ŞIRNAK

 

Kamerayên Balafirên Bêmirov (ÎHA) li Cizîrê bûyerên teqandina teqemeniyê, bi makîneyên kar yên şaredariyê xendeqkolan û amadehiyên kemînê yên ser hêzên ewlehiyê yên bi destê terorîstan hatin da ku polês derbas nebin kişandin.

Di dîmenên ku cara ewil derketin holê de hat diyarkirin ku terorîstan li Cizîrê di serî de Nûr, Cûdî û Yafes li taxan xendeq kolane û bi bergiriyên ku danîn navçeyê rewşeke wisa derxistin holê ku êdî mirov nikare lê bijî, terorîstan di van xebatan de jî makîneyên kar û kamyonên Şaredariya Cizîrê bi kar anîne.

Di qeydên kamerayê de dixuyê ku kamyoneke Şaredariya Cizîrê molozan vala dike hinda bergireyeke ku ji bo parastina malên hucreyê û cebilxaneyên terorîstan hatiye danîn, ji aliyê din ve tê dîtin ku makîneyeke kar jî xendeqan dikole.

Hat tespîtkirin ku terorîstan gelek xendeq vekirine, teqemeniyên bidestçêkirî û mayîn bi cî kirine û plan dikin dema ku wesayîtên ku hêzên ewlehiyê tê de ne derbas dibin van teqemeniyan biteqînin.

- Amadehiya kemînê

Di dîmenan de amadehiya kemînê ya terorîstên ku li kolanên Cizîrê bi çekan dimeşin ên ser hêzên ewlehiyê jî bi berfirehî tê dîtin.

Di dîmenan de dixuyê ku komeke terorîstan ji bo ku pêşketina polêsan asteng bike teqemeniya ku bi cî kiribûn dide teqandin û terorîstên din ên ku li ban bi cî bûne jî piştî êrîşê ji bo ku êrîşî polêsan bikin dadikevin kolanê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın