Di 2016an da 313 pirtûkên kurdî hatine weşandin
Di sala 2016an da li Tirkiyeyê 51 hezar û 113 pirtûk hatin weşandin û ji van 313 pirtûkên kurdî ne.

Ankara
ANKARA
Di sala 2016an da li Tirkiyeyê 51 hezar û 113 pirtûk hatin weşandin.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê îstatîstikên nimareya pirtûkan a standarda navneteweyî (ISBN) ya 2016an eşkere kir.
Hejmara pirtûkan li gor sala pêşiyê ji sedî 3,5 kêm bû û dakete 54 hezar û 446an. Ji van pirtûkan 313 yên kurdî ne, ev nîşan dide ku ji sedî 32 rêjeya pirtûkên bi kurdî hatine weşandin kêm bûye. Li gorî îstatîstîkan sala 2015an 460 pirtûkên kurdî hatibûn weşandin.
Hejmara pirtûkên webê ji sedî 57,8 kêm bû, weşanxaneyan di sala 2016an da ji bo 51 hezar û 113 pirtûk, 325 pirtûkên elektronîk (DVD, VCD, CD) 2 hezar û 697 pirtûkên webê,30 pirtûkên bideng (band, CD, DVD) û 281 jî yên din bi tevahî 54 hezar û 446 materyalan ISBN sitandin,
Hejmara materyalên ku bi destê sektora taybet hatin weşandin li gor sala 2015an ji sedî 3,8 kêm û dakete 50 hezar û 72yan. Di sala 2016an da ji sedî 92yê weşanan bi destê sektora taybet hat weşandin, ji sedî 5,5 bi destê saziyên perwerdeyê û kamuyê, ji sedî 2,5 jî bi destê saziyên civaka sivîl hatin weşandin.
- Hejmara weşanên akademîk zêde bû
Dema ku li gor mijaran li pirtûkan mêze dikin di sala 2016an da rêjeya kategoriya pirtûkan wiha ye: "Ji sedî 27ê materyalan perwerde, ji sedî 20,5ê wan çanda mezinan, ji sedî 16,8ê wan wêjeya mezinan, ji sedî 15,8ê wan wêjeya zarokan û ciwanan, ji sedî 13,7ê wan akademîk, ji sedî 6,1ê wan bawerî."
Gava li pirtûkên kurdî yên 2016an da hatine weşandin tê nihêrîn derdikeve holê ku rêjeya weşanê li gor sala 2015an ji sedî 32 kêm bûye. Bi tevahî 313 pirtûk hatine weşandin. Li gor dabeşkirina li ser mijaran hejmara pirtûkên kurdî wiha ye: "Materyalan perwerdeyê 22, çanda mezinan 56, wêjeya mezinan 141, wêjeya zarokan û ciwanan 60, akademîk 13 û bawerî 21."
Ji sedî 92,9ê materyalan bi tirkî, ji sedî 4,2yê wan bi îngilîzî, ji sedî 0.39 bi kurdî, ji sedî 2,9ê wan jî bi zimanên din hatine weşandin.
Di sala 2016an da hejmara pirtûkên akademîk li gor sala 2015an ji sedî 9,9 zêde bû û gihîşte 7 hezar û 481î, hejmara pirtûkên zarok û ciwaniyê jî ji sedî 4,9 zêde bû gihîşte 8 hezar û 618an.