Li Agiriyê "Sempozyuma Ehmedê Xanî ya Navneteweyî ya 8emîn" dest pê kir
Ağrı
Li Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê (AÎÇU) Sempozyuma Ehmedê Xanî ya 8emîn a bi mijara "Li Cîhana Nûjen Îlmên Îslamî: Pirsgirêk û Pêşniyazên Çareseriyê" dest pê kir.
Ji bo Sempozyuma ku bi hevkariya Navenda Lêkolîn, Çand û Huner, Zanistê ya Ehmedê xanî ya AÎÇUyê, Fakulteya Îlmên Îslamî û Weqfa Îbrahîm Çeçen (IC) û Can Holdîngê va hat lidarxistin li Hêwana Konferansê ya Selçukluyê ya Navenda Kongre û Çandê ya Recep Tayyîp Erdogan a li kampusa zanîngehê bernameya vekirinê hat lidarxistin.
Rektorê AÎÇUyê Prof. Dr. Abdulhalîk Karabulut di bernameya vekirinê da axivî û got ku ji sala 2017an vir va sempozyumê li dar dixin.
- "Dahatûya welatê me di îlm û hîkmetê da ye"
Karabulut got ku Ehmedê Xanî wekî esasên bingehîn ên ku mirov dikin mirov îlm û hîkmetê dibîne û wiha axivî:
"Li gor Ehmedê Xanî civakên ku îlm û hîkmetê bi dest dixin hem dîn û hem j,î dewletê bi dest dixin. Dahatûya welatê me di îlm û hîkmetê da ye. Dema mirov li nêrîna Ehmedê Xanî dinêre ji zarokan ra dibêje ku 'bixwînin.' Îro hemû saziyên perwerdeyê jî ji bo vê hene. Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê bi 17 hezar xwendekaran va xizmetê dide û ev yek jî nîşaneya wê yekê ye ku wesiyeta Ehmedê Xanî hatiye bicîanîn."
Di bernameyê da Dekanê Fakulteya Îlmên Îslamî Prof. Dr. Mehmet Salîh Geçît û Midûrê Navenda Lêkolînên Çand, Huner û Zanistê Hîndekarê Dr. Abdulalîm Adiguzel axivîn.
Di sempozyumê da Rektorê Zanîngeha Teknolojî û Zanistê ya Gazîentabê Prof. Dr. Şehmus Demîr jî pêşkêşiyek kir ê rûniştina sempozyumê ya piştî nîvro bi pêşkêşiyên zanyaran dewam kir.
Di sempozyuma ku 110 zanyar dê di 24 rûniştinên rû bi rû û onlîne da pêşkêşî bikin dê sibê biqede.
Alîkarê Walî Tuncay Karataş, Nûnerê Agiriyê yê Weqfa ICyê Guven Karakaya, Serokê Lijneya Birêvebiriyê ya Can Holdîngê Cemal can, protokola bajêr, akademîsyen, xwendekar û welatî beşdarî bernameyê bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.