Çand û huner

Li gor Saprunovaya wênekêş Îstanbul Photo Awards "nûnerê gelekî mezin ê têkoşînên li cîhanê ye"

"Li Îstanbul Photo Awardsê gelek kategorî hene. Nûnerê gelekî mezin û nûçeyan, jiyana rojane û têkoşînên li cîhanê ye. Ji ber vû pêşbaziyeke gelekî girîng û mezin e"

Selen Valente Rasquinho  | 09.11.2024 - Rojanekırın : 12.11.2024
Li gor Saprunovaya wênekêş Îstanbul Photo Awards "nûnerê gelekî mezin ê têkoşînên li cîhanê ye" Fotoğrafçı Saprunova'ya göre İstanbul Photo Awards "dünyadaki mücadelelerin çok büyük bir temsili"

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Natalya Saprunovaya ku di pêşbaziyê da di kategoriya Jiyana Rojane ya Rêze ya Îstanbul Photo Awardsa pêşbaziya wêneyên nûçeyan a navneteweyî ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) li dar dixe da xelata duyemîniyê hilda got ku pêşbazî nûnerê gelekî mezin û nûçeyan, jiyana rojane û têkoşînên li cîhanê ye û ji ber ku cara duyemîn xelat hilda gelekî serbilind e.

Saprunovaya ku di sala 2022yan da di heman kategoriyê ÎStanbul Photo Awardsê da xelata yekemîniyê hilda di çaçroveya pêşangeha sêyemîn a sala 10emîn a Îstanbul Photo Awardsê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Saprunovaya ku bi wêneya xwe ya bi navê "My Snow Cow" (Çêleka min a berf) da xelata duyeminiyê hilda got ku di zarokatiya xwe da mereqa wê ya bo wênekêşiyê çêbû.

Saprunovayê got ku bi navbeynkariya wêneyan der barê jêdera civakan da çîrok tê qisekirin û ev yek gelekî bala wê dikşîne, ji ber vê jî di meslekê da salên ewil li mihrîcanan wêne kişandin, mirovên ji çandên cuda nas kirin û dest bi qisekirina çîrokên wan kir.

Wênegirê xelatgirtî bangî hempîşeyên xwe yên ciwan kir bêyî ku li benda tu tiştê bimînin bila serî li pêşbaziyên wiha bidin.

Saprunova der barê Îstanbul Photo Awardsê da jî ev nirxandin kirin: "Li Îstanbul Photo Awardsê gelek kategorî hene. Nûnerê gelekî mezin û nûçeyan, jiyana rojane û têkoşînên li cîhanê ye. Ji ber vû pêşbaziyeke gelekî girîng û mezin e. Ji ber ku cara duyemîn xelatê hildidim gelekî serbilind im. Wêne dinyayê digerin û digihêjin girseyeke mezin, ev yek min gelekî kêfxweş dike."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.