Çand û huner

Li Helebçeyê Mihrîcana Hinaran a dê 3 rojan dewam bike dest pê kir

Bekir Aydoğan, Heman Hussein Yaseen  | 01.11.2024 - Rojanekırın : 07.11.2024
Li Helebçeyê Mihrîcana Hinaran a dê 3 rojan dewam bike dest pê kir

Arbil

 Li Helebçeya bajarê Iraqê Mihrîcana Hinaran dest pê kir.

Gelek ziyaretvan beşdarî Mihrîcana hinaran a ku li Parka Bajêr a Helebçeyê dest pê kir û dê 3 rojan dewam bike, dibin.

Qaymeqamê Helebçeyê Nuhşa Nasîh daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li bajêr salane 30 hezar tin hinar tê hilberîn û qismekî wê difroşin wilayetên başûr ên Iraqê.

Nasîh diyar kir ku hinarê Helebçeyê biqalîte ye û divê her kes li tehma wê binêre û da zanîn li bendê ne ku di nav 3 rojan da 700 hezar kes mihrîcanê ziyaret bikin û ji bo vê ji nûnertiyên welatên biyanî û saziyan ra jî dawetiye şandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın