Çand û huner

Li Kapadokyayê balon bi alayên Tirkî va li esmanan firiyan

Behçet Alkan  | 29.10.2024 - Rojanekırın : 02.11.2024
Li Kapadokyayê balon bi alayên Tirkî va li esmanan firiyan

Nevsehir

 Li Kapadokyayê balonên hilmegulmê bi alayên Tirkî û posterên Ataturk va firîn û li ser kevirên cinan ra derbas bûn.

Turîst di balonên hilmegulmê da xweşikahiyên siruştê yên herêmê temaşe dikin. Ji bo 29ê Cotmehê Cejna Komarê bi sebetên balonan va alayên Tirkî û posterên Ataturk hatin daliqandin û balon wisa firîn.

Li bajaroka Goremeya Nevşehirê balonên ku seba firînê amade bûn, bi hilhatina tavê ra peyê hev firîn esman.

Bi dehan balonên hilmegulmê nêzî saetekê li ser kevirên cinan û geliyan firîn.

Firokevanê balona hilmegulmê Omer Şekeryapan cejna miletê Tirk pîroz kir û wiha got, "Em her roj bi balonan geştan dikin, lê em îro bi alayên xwe va difirin, em serbilind in. Em ê bi mêvanên xwe yên xwecî û biyanî va li esmanên herêmê bin."

Berk Çelîkê ku bi balona hilmegulmê firî jî got ku di salvegera 101emîn a komarê da ew bi balonên ku bi alayên Tirkî hatin xemilandin va firîn û pir şa bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.