Li New Yorkê duyemîn pêşangeha 10emîn sala Îstanbul Photo Awardsê hat vekirin
New York
Pêşangeha 10emîn sala Îstanbul Photo Awardsê ya pêşbirka fotografên nûçeyan a navneteweyî ku Ajansa Anadoluyê (AA) li dar dixe, li New Yorkê cara duyemîn hat vekirin.
Pêşangeha ku yekemîna wê 15ê cotmehê li Turkeviya li New Yorkê hatibû danîn, li Blue Galleryê dubare hat danîn.
Pêşangeha ku tê da fotografên balkêş ên ji çar aliyê dinyayê tên nîşandan, li herêma Manhattanê li Blue Galleryê dê 7-12 mijdarê ji saet 12.00 heta 17.00an vekirî be.
Li New Yorkê yekemîna pêşangeha 10emîn salê ya Îstanbul Photo Awardsê bi mazûvaniya Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz, 15ê cotmehê li Turkeviyê hatibû danîn.
Gelek balyoz, dîplomat, nûnerên navneteweyî, akademisyen û endamên çapemeniyê digel gelek mazûvanên din beşdarî merasima vekirina pêşangehê bûbûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.