Li Wanê "3yemîn Festîvala Kulîlkên Behîvan a Axtemarê" dest pê kir

Van
Li Wanê Girava Axtemarê ya di nava gola Wanê da ku bi kulîlkvedana darên behîvan kirasê biharê li xwe kir, ji bo 3yemîn Festîvala Kulîlkên Behîvan mazûvaniyê dike.
Festîvala ku bi hevkariya Walîtî, Şaredariya Bajarê Mezin, Rêveberiya Çand û Geştiyariyê ya Parêzgehê, Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê û Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê tê lidarxistin, bi dîmenên rengorengo dest pê kir.
Geştiyarên ku ji navçeyên Edremît û Gevaşê bi beleman bo giravê hatin veguhastin, li giravê geriyan û beşdarî çalakiyan bûn.
Di çalakiyan da helbest hatin xwendin, govend hat gerandin û stranbêjên herêmî sitran gotin.
Bi sedan fotografhezên ku ji bo foto safariyê ya ku di çarçoveya festîvalê da hat lidarxistin, hatin giravê wêneyên giravê û mekanên wê yên dîrokî kişandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.