Çand û huner

Li Wanê di nav bermayiyên bajarê kevn da herqên avê û kîtabe hatin dîtin

Necmettin Karaca  | 13.11.2024 - Rojanekırın : 14.11.2024
Li Wanê di nav bermayiyên bajarê kevn da herqên avê û kîtabe hatin dîtin

Van

 Li Erdîşa navçeya Wanê di nav bermayiyên bajarê kevn ê li ser qadeke 270 hektarî hatiye avakirin da 3 kîtabe, birca kelehê ya ku şiklê wê gilover e û herqên avê yên ku ji dîwaran avê texliye dikin, hatin dîtin.

Li Girê Zernakiyê ya li Taxa Yukari Işikliyê xebatên kolandinê yên ku bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê hatibûn destpêkirin, dewam dikin.

Xebat bi serkêşiya Midûriyeta Muzeya Wanê û piştgiriya Qaymeqamtiya Erdîşê li ser qadeke 2,5 kîlomêtro dirêj û 1,5 kîlomêtro fireh tê kirin.

Di xebata bi serokatiya Serokê Beşa Arkeolojiyê û Dekanê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu tê kirin da bermayiyên nû tên dîtin.

Îsal di xebatan da 3 kîtabe, birca kelehê ya ku şiklê wê gilover e û herqên avê hatin dîtin.

Prof. Dr. Çavuşoglu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku xebatan di 10 cotmehê da dest pê kiriye û wiha axivî: "Me birceke nû ya mîna birca ku me par di vekolandinê da derxistibû holê, dît. Her wiha, em rastî sê kîtabeyên bi Aramî hatine nivîsîn hatin. Îsal me herqên avê jî dîtin. Tesbîtkirina herqên avê yên ku ava kom bûye dirêje derva ji bo xebatên îsal ên li Girê Zernakiyê gavên girîng in. Ev pergal ji bo ku dîwar bêtir zexm bibin hatiye çêkirin. Me dît ku pergala di serdema Urartuyan da derketiye holê û li herêma Anadoluyê tê zanîn li Girê Zernakiyê jî hatiye bikaranîn."

Çavuşoglu anî ziman ku ji bo nivîsên li ser kîtabeyan ên Aramkî bên xwendin, xebat dewam dikin.

Qaymeqamê Erdîşê Murat Karaloglu jî got xebatên ku li bajarê kevn dewam dikin wê feydeyeke mezin bidin Erdîşê.

Karaloglu got ew wisa bawer dikin ku ev der wê bibe muzeyeke servekirî ya ku ji hêla turîstan va tê ziyaretkirin û ji bo vê jî ew bi hevkarên xwe ra dixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın