Çand û huner

Mûzîkhez û rahênerê neteweyî di 54 salan da ji 5 hezar û 200 kasetan koleksiyonek çêkir

Necmettin Karaca  | 27.09.2024 - Rojanekırın : 28.09.2024
Mûzîkhez û rahênerê neteweyî di 54 salan da ji 5 hezar û 200 kasetan koleksiyonek çêkir Müzik tutkunu milli antrenör, 54 yılda 5 bin 200 kasetlik koleksiyon oluşturdu

Van

Îzzet Batmazê rahênerê tîma neteweyî ya atletîzmê yê ku li Erdîşa navçeya Wanê dijî di 54 salan da ji 5 hezar û 200 kasetan koleksiyonek çêkir.

Batmazê 69 salî ku di şaxa atletîzma ya di bin banê Rêveberiya Ciwanan û Werzişê ya Navçeyê da gelek werzişvanên şampiyon derxistin, bi eleqeya xwe ya ji muzîkê ra jî balê dikişîne.

Batmazê ku bi vê hobiya xwe ji 15 saliya xwe pê va kasêtan berhev dike, di nava 54 salan da bi kirîn, xwestina ji xizm û dostan 5 hezar û 200 kaset berhev kir.

Batmaz her kaseta ku bi dest xistiye, nemro dayê û bi vê sayê kengî bixwaze zûtir ji nava kolkesiyonê dibîne.

Îzzet Batmaz ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ew gelekî ji muzîka gel a Tirkî hez dike û ew ji sala 1970î pê va kasetan berhev dike.

Batmaz got ku wî di 54 salan da 5 hezar û 200 kaset dane ser hev.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın