Dinya

Îsraîlê ji serê salê vir va 15 rojnamegerên Filistînî kuşt

Awad Rjoob, Ömer Erdem  | 27.04.2025 - Rojanekırın : 28.04.2025
Îsraîlê ji serê salê vir va 15 rojnamegerên Filistînî kuşt

Ramallah

Sendîkaya Rojnamevanan a Filistînê ragihand ku Îsraîlê ji serê salê vir va di êrîşên li ser Xeta Xezeyê da 15 rojnamevanên Filistînî kuşt.

Di rapora ku ji aliyê "Komîteya Azadiyan" a sendîkayê va hat amadekirin da binpêkirina mafan ên ku Îsraîlê di sala 2025an da li dijî rojnamevanan kirine, hatin qeydkirin.

Di raporê da hat diyarkirin ku ji serê salê û vir va Îsraîlê di êrîşên li ser Xeta Xezeyê da 15 rojnamevanên Filistînî kuşt û 11 rojnamevanan jî birîndar kir.

Hat destnîşankirin ku di êrîşan da 17 endamên malbatên rojnamevanan hatin kuştin û malên 12 rojnamevanan jî bi bombeyan hatin xirabkirin.

Raporê eşkere kir ku 15 rojnamevan li malên xwe an jî li qadê hatine binçavkirin, hin rojnamevan hê jî girtî ne û hinek jî piştî çend saet an jî rojan hatine berdan.

Hat gotin 49 rojnamevan bi kuştinê hatine tehdîtkirin û di 16 bûyerên ku hatine belgekirin da hat tesbîtkirin ku alavên rojnamevanan ên kar hatine desteserkirin an jî bi zanetî hatine xirabkirin.

Ji bilî vê, hat destnîşankirin ku 31 rojnamevan ji ber bandora xaza rondikrêj hindik maye ku bifetisin û ji 13 rojnamevanan ra jî xebata li qadê hatiye qedexekirin.

Hat destnîşankirin ku sendîkayê 343 bûyerên binpêkirina mafan û sûcê belge kiriye ku di nav wan da gotin avêtin, gefxwarin, provokasyon, ji kamerayan jêbirina wêne û dîmenan, cezayên pereyan û biryarên dadgehê yên li dijî rojnamevanan hene.

Li gor ofîsa medyayê ya hikûmeta li Xezeyê, di êrîşên Îsraîlê yên di 7ê Cotmeha 2023yan da dest pê kir û vir va 212 rojnamevanên Filistînî hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın