Dinya

Aktîvîstên li Fransayê bi banga "Li Filistînê edalet" dest bi greva birçîbûnê kir

Doxtor Pascal Andre: Bêdengî bi rastî jî li ber kirinên li Şerîe û Xezeyê serîtewandin e. Niha dem dema axaftina li ser jenosîdê ye û şerkirina ji bo mirovahiyê ye. Em ê li her dera Ewropayê tevgera xwe ya welatiyan bidomînin"

Muhammet İkbal Arslan  | 22.04.2025 - Rojanekırın : 22.04.2025
Aktîvîstên li Fransayê bi banga "Li Filistînê edalet" dest bi greva birçîbûnê kir

Geneve

 Çalakvanên ku di 31ê Adarê da li bajarê Marsîlyayê yê li başûrê Fransayê bi banga "Li Filistînê ji bo edaletê birçîbûn" dest bi greva birçîbûnê kir û di vê çarçoveyê da hatin Cenevreya bajarê Swîsreyê, ji bo ku dengê xwe bilind bikin piştgiriyê dixwazin.

Doxtorê Fransî Pascal Andre û welatiya Fransî ya teqawîdbûyî Amîna Mansourî der barê çalakiya ku didomînin da pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin.

Andre bi bîr xist ku ew ji nîsana sala borî û vir va yek ji wan doxtoran e ku li Xezeyê bûn û wiha got: "Me û gelek welatiyên me di 31ê Adarê da li Marsîlyayê dest bi greva birçîbûnê kir. Ji bo ku em bi welatiyan ra hevdîtinê pêk bînin, em çûn 12 bajarên Fransayê. (Êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê) Qanûnên navneteweyî gelekî zelal in û rêz li wan nayê girtin."

Andre diyar kir, dema ku ew li Xezeyê bûn hevkarên wan ên li wir spasiya wan dikirin, lê ji ber êşên ku bi dehan salan kişandine, ji wan dixwestin ku ew vegerin.

Andre got ku bêdengî û tirs serdest e û wiha axivî: "Min bi hevkarên xwe ra gelek hewl da ku em fikra siyasetê ya li Fransayê, li Brukselê û medyayê biguherînin, lê her tişt hat astengkirin."

Andre wiha dewam kir:

"Mirovahî niha bi rastî jî di xetereyê da ye. Ji ber vê yekê li Fransayê me 8 kesan dest bi greva birçîbûnê kir û niha em 15 kes in. Niha em li herêmên din ên Ewropayê dest pê dikin. Hin xebatkarên Komîsyona Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê dê di 24ê Nîsanê da li Brukselê greva birçîbûnê bikin. Niha bi rastî jî em ji geşedanan ne kêfxweş in. Bêdengî bi rastî jî li ber kirinên li Şerîe û Xezeyê serîtewandin e. Niha dem dema axaftina li ser jenosîdê ye û şerkirina ji bo mirovahiyê ye. Em ê li her dera Ewropayê tevgera xwe ya welatiyan bidomînin. Nayê qebûlkirin ku bi çekan piştgiriya wê (Îsraîl) were kirin û ev ne mijara bazariyekê ye.

Her wiha li dijî tu Cihûyekî armanceke me tuneye. Di nav vê tevgerê da antîsemîtîzm tuneye. Ev bi tenê teşekulek e ku bi exlaq û wijdana xwe tevdigere. Dawiyê li cezanekirina wê siyasetê bînin ku welatiyan bêdeng dike. Ev êdî xilas bû, êdî em bi rastî jî biryardar in."

Andre bal kişand ku hevpîşeyên wan ên li Xezeyê digel ku 20-25 kîlo dane û jar bûne jî di dayîna xizmetê da berdewam in û her wiha got ku hejmara wan roj bi roj zêdetir dibe û beşdariya vê greva birçîbûnê pir hêsan e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.