Dinya

Alîkarê Serokomarê Îranê Zerîf: "Berteka dijî Îsraîlê dê di dema guncav da li gorî terciha Îranê were dayîn"

Ahmet Dursun  | 29.09.2024 - Rojanekırın : 29.09.2024
Alîkarê Serokomarê Îranê Zerîf: "Berteka dijî Îsraîlê dê di dema guncav da li gorî terciha Îranê were dayîn"

Tahran

TEHRAN (AA) - Alîkarê Serokomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîf der barê berteka muhtemel a Îranê ya dijî Îsraîlê da wiha got, "Berteka dijî sûcên rejima siyonîst dê di dema guncav da û li gorî terciha Îranê were dayîn."

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê, Alîkarê Serokomar ê Berpirsê Karûbarên Stratejîk Zerîf beşdarî merasima bibîranînê bû ku li nûnertiya Hizbullahê ya li Tehranê ji bo lîderê Hizbullahê Hesen Nasrallah ê li Beyrûtê 27ê Îlonê di êrîşa Îsraîlê da hat kuştin, hat lidarxistin.

Di merasimê da li ser pirsa rojnamegerekî ya biwarê berteka muhtemel a Îranê ya dijî Îsraîlê da, Zerîf wiha got, "Berteka dijî sûcên rejima siyonîst dê di dema guncav da û li gorî terciha Îranê were dayîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.